Jinên ciwan amadekariya kongreyê dikin

Yekitiya Jinên Ciwan li Bakurê Sûriyeyê amadekariya lidarxistina kongreya xwe ya sêyemîn dike.

Jinên ciwan amadekariya kongreyê dikin
6 tebax, 2018   06:09

SILAVA EBDULREHAM / QAMIŞLO

Tevgera Jinên Ciwan li Rojava di sala 2012‘an de yekemîn kongreya xwe li dar xist û ya duyemîn jî sala 2016‘an li bajarokê Rimêlan bi dirûşma "Berxwedana jinên ciwan mîsogeriya azadiya Apo û şoreşa Kurdistanê ye" pêk hat. Di encama kongreyê de navê tevgerê zivirî Yekitiya Jinên Ciwan a Rojava.

Yekitî piştî ku komîteya amadekar a kongreyê hemû amadekariyên lidarxistina kongreyê bi dawî kirin, hewl dide di rojên pêş de kongreya xwe ya sêyemîn li ser asta Bakurê Sûriyeyê li dar bixe.

Di hevpeyvîneke bi ajansa me Hawarê re, endama rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan a Kantona Cizîrê û endama Komîteya Amadekar a Kongreya Sêyemîn a yekitiyê Jîndar Munzir destnîşan kir ku armanca wan ji lidarxistina kongreyê, birêxistinkirina jinên ciwan li hemû herêmên Bakurê Sûriyeyê ye.

Jîndar Munzir wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji beriya sedan salan ve jin hatine tepeserkirin û ji mafên xwe bê par mane, lê di nav Şoreşa Rojava de jin bi hemû hêza xwe hewl didin bigihîjin azadiya xwe."

Jîndar destnîşan kir ku ew hewl didin xebatên xwe zêde bikin da ku jinên ciwan bêtir xwe bi rêxistin bikin û nifşekî nû yê birêxistinkirî û rêgeza neteweya demokratîk ji xwe bingeh bigire. Jîndar diyar kir ku kongre bi dirûşma "Bi felsefeya Rêber Apo em ê dagirkeriyê têk bibin û bi rêveberiya jinên ciwan em ê Sûriyeyeke azad ava bikin" dê were lidarxistin.

Tê payîn ku nêzî hezar delege û 500 nûnerên kantonên Kobanê, Efrîn, Cizîr û bajarên Reqa, Tebqa û Dêrazorê tev li kongreyê bibin.

Li ser amadekariyên lidarxistina kongreyê, Jîndar diyar kir ku wan bi armanca avakirina meclis û hilbijartina endamên rêveber û endamên yekitiyê gelek civîn li dar xistine.

(şx/ew)

ANHA