Bilindbûna pileyên germahiyê rewşa koçberan dijwartir kiriye

Koçberên kampa Ebû Xeşeb rewşeke jiyanî ya dijwar derbas dikin û bi bilindbûna pileyên germahiyê di van demên dawî de rewşa koçberan dijwartir dibe.

Bilindbûna pileyên germahiyê rewşa koçberan dijwartir kiriye
Bilindbûna pileyên germahiyê rewşa koçberan dijwartir kiriye
Bilindbûna pileyên germahiyê rewşa koçberan dijwartir kiriye
Bilindbûna pileyên germahiyê rewşa koçberan dijwartir kiriye
Bilindbûna pileyên germahiyê rewşa koçberan dijwartir kiriye
Bilindbûna pileyên germahiyê rewşa koçberan dijwartir kiriye
6 tebax, 2018   05:56

HEMED EL-MISTEFA – FADÎ EL-FARÛQ / DÊRAZORÊ

Welatiyên di kampa Ebû Xeşeb de hatine bicihkirin ji ber kêmbûna pêdiviyan û têkçûna konên di kampê de rewşeke dijwar jiyan dikin, nemaze di van demên dawî de ji ber bilindbûna pileyên germahiyê rewşa wan dijwartir bûye. Her wiha ji ber ku dîwarekî kampê biparêze tune ye û kam li ser axê hatiye avakirin, kam di nava tozê de dimîne û nuqteyeke tunduristiyê di kampê de bi şevê tune ye.

Ji ber kombona tozê hundirê kampê de mar û dûvpişk jî zêde bûne û gelek caran koçber dûvpişkan li ser nivînên xwe dibînin. Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê jî ti derman di kampê de nehatine reşandin.

Girêdayî mijarê koçberê bi navê Ednan Elî ku ev 5 meh in di kamê de dimîne ji ajansa me ANHA'yê re wiha got: "Beriya çend mehan me ji rêveberiya kampê xwest ku konên çiriyane biguherînin, lê heta niha daxwaza me nehatiye bersivandin. Her wiha di kampê de pirsgirêka ava vexwarinê jî heye û ava paqijkirinê gelekî kêm e. Di kampê de derman gelekî kêm in. Em bang li rêxistinên mirovahî dikin ku alîkariyeke lezgîn bi kampê re bikin."

Koçbera bi navê Xaliya El-Salih jî axivî û destnîşan kir ku derman û şîrê zarokan gelekî kêm e û got ku di kampê de gelek astengdar hene û pêdiviya wan bi dermanan zêde ye.

Kampa Ebû Xeşeb li gundewarê Dêrazorê di 13'ê Tîrmeha sala borî de hatiye avakirin da ku pêşwaziya koçberên ji bajarê Dêrazorê û gundewarê wê bike. Di kampê de 495 kon hatine vegirtin û têde 2664 koçber hatine bicihkirin.

ANHA