Li Kobanê ji ber germa zêde mar û dûpişk zêde bûn

Şêniyên piraniya gundên kantona Kobanê ji ber zêdebûna dûpişk û maran li tax û malên xwe zehmetiyan dikişînin û bi taybet piştî bilindbûna pileyên germahiyê. Vê yekê jî bi xwe re rewşek tirsnak anî.

Li Kobanê ji ber germa zêde mar û dûpişk zêde bûn
5 tebax, 2018   08:27

ZANA SEYDÎ / KOBANÊ

Bi rasthatina havînê re, li Kobanê gelek baran barî, di encamê de lehî tevî Kobanê li piraniya gundan rabû. Vê yekê jî hişt ku xişinde û bi taybet mar ji hêlînên xwe derkevin û di nav malan de belav bibin. Her wiha ji ber pileya germahiyê ya zêde ku hin caran ji 42 pileyan derbas dike, mar û dûpişk derdikevin.

Şêniyên bajarokê Şêran ê nêzî bajarê Kobanê li aliyê rojhilat dibêjin ku wan piştî lehiyên beriya 2 mehan, zêdetirî 10 maran dîtine û dirêjahiya piraniya wan di navbera 100 cm heta 150 cm ye.

Her wiha gundê Hilincê yê ku li ser Gira Miştenûr ji aliyê başûr ve bi temamî ji kevirên reş e. Bi pileya germahiyê re hejmara dûpişkên reş û kotinkerên bi cehir di nav malan de zêde bûne. Ji ber wê şêniyên gund zehmetiyan jiyan dikin.

Şêniyên gund dibêjin ku ew di rewşeke tirs de jiyan dikin. Şevek derbas nabe beyî ku rastî gelek dûbişkên reş werin.

Ji ber zêdebûna kurmikên ku dixişin, şênî nikarin li ser erdê razin yan jî rûnin.

Dema serdana van gundan nivînên hesinî bala mirov dikşînin. Ev nivîn bi taybet ji bo razanê tên bikar anîn û ji erdê bi mitreyekê dûr in.

Gundên Kobanê vê salê gelek haletên pêvedanên dûbişkan pêk hat û li gorî rayedarên nexweşxaneyên bajêr, heta niha tu haletek mirinê ji ber pêvadanê rû nedaye.

(şx/ew)

ANHA