Çalakiyên li Îranê berbelav dibin  

Li bajarê Îsfehan yê Îranê çalakiyên ku  li dijî rewşa giran a jiyanê, gendelî û qûtbûna kehrebê û avê dest pê kirin, her ku diçe berbelav dibe.

Çalakiyên li Îranê berbelav dibin  
5 tebax, 2018   08:15

NAVENDA NÛÇEYAN

Xwepêşandanên li Îsfehanê destpêkirî belavî bajarên din jî bûn. Gel zextên rejîmê, rewşa giran a jiyanê, qûtbûna av û kehrebe protesto dikin.

Xwepêşandên ji aliyê esnafan destpêkirî, ajokarên wesayîtan û karker jî piştgiriyê dikin.

Pêşengê xwepêşandanên jinên li Îranê ne. Diyar bû li Kerecê piştî çalakiyên protestoyê pasdarên Îranê qedexeya derketina derve îlan kirine. Li aliyê din hate diyarkirin ku di çalakiyan de 20 çalakger hatine destgîrkirin.