Rewşa siyasî ji şêniyên Kobanê re hate şîrovekirin

Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk a Kantona Kobanê bi hevkariya TEV-DEM‘ê  li navçeya Çelebiyê ya Kobanê civîneke ji bo şîrovkirina rewşa siyasî li dar xist.

Rewşa siyasî ji şêniyên Kobanê re hate şîrovekirin
Rewşa siyasî ji şêniyên Kobanê re hate şîrovekirin
Rewşa siyasî ji şêniyên Kobanê re hate şîrovekirin
4 tebax, 2018   19:06

KOBANÊ

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ji bo rewşa siyasî ya dawîn bi gel re bide naskirin rêze civîn daye destpêkirin.

Civîna yekem li navçeya Çelebiyê bi amadebûna bi dehan şêniyan hate lidarxistin.

Civîn di rêzgirtinê dest pê kir. Paşê, Rêveberê TEV-DEM‘ê Ayhan Zana axivî.

Zana bal kişand li ser tecrîda li ser Rêberê gelê Kurda Abdullah Ocalan û bi bîr xisitn ku li hemberî şoreşa Rojava şerê taybet tê meşandin, bi serkêşiya dewleta Tirk a dagirker êrîşên hovane li hemberî gelê Kurd û tevahî gelê Bakurê Sûriyeyê, li gelê bêdengiya navdewletî tê kirin.

Ayhan Zana her wiha anî ziman ku rêveberiya sivîl û leşkerî ji bo rizgarkirina Efrînê û tevahî Bakurê Sûriyeyê ji dagirkeran, her wiha ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê dixebite.

Zane mecala pirsan da beşdaran, derbarê rewşa siyasî de pirs û bersiv hatin kirin.

Endama Koordînasyona Giştî ya Herêma Firatê Bêrîvan Hesen li ser pêşketinên di aliyê rêxistinî de û ev tişt got, "Di çend salên derbasbûyî de û ta niha me gavên mezin di aliyê leşkerî, siyasî û civakî avêtin. Xebata me li ser bingehê biratiya gelan û jiyana hevbeş tê meşandin. Siyaseta me dûrî berjewendiyên kesayetî ye. Divê tê bighêjin ku hevgirtina û şehîdên me em gihandine vê astê."

Li deverên din ên kantonê dê civînên şîrovekirina rewşa siyasî werin lidarxistin.

ANHA