Baweriya zeredeşt di semînerekê de hate vegotin

Yekîtiya Rewşenbîran a Kantona Kobanê semînereke bi sernavê "Zeredeşt di navbera ol û felsefe de"organîze kir.

Baweriya zeredeşt di semînerekê de hate vegotin
Baweriya zeredeşt di semînerekê de hate vegotin
Baweriya zeredeşt di semînerekê de hate vegotin
4 tebax, 2018   18:32

KOBANÊ

Semîner li navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya bajarê Kobanê bi amadebûna bi dehan şêniyan, di nav de nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, endamên saziyên sivîl û mamoste hate dayîn.

Semîner ji aliyê endamên Yekîtiya Rewşenbîran a kantona Kobanê Ehmed Zeredeşt ve hate dayîn.

Zeredeşt di destpêka semînerê de li ser baweriya Zeredeştî axivî û got "Baweriya Zeredeşt beriya 3 hezar û 500 salî derketiye, ji baweriyên kevnar ên yekxwda. Li gorî hin jêdaran, peyva Zeredeşt ji du gotinan pêk tê, Zert û Oştra, yanî zêr û xweşikbûn. Bi maneyek din nûr û ronahî."

Ehmed cudahiya di navbera baweriya îslamê û Zerdeştî de destnîşan kir û got, "Di navbera herduyan de şibhet heye. Ola Zerdeşt banga li dijî tundiyê, li dijî nehezkirinê, her wiha li dijî diziyê dike. Zerdeşt felsefeya exlaq di civakê de belav kir, lê gelek dîroknas hebûna wî înkar dikin, hin din jî fikirên wî reş dikin."

Ehmed her wiha anî ziman ku gelek kesan ji tirsa zanebûna Zeredeşt xwestin wî bikujin û got, " Zeredeşt her tim di xizmet û pêşxista civakê de hizir dibû. Gotina wî ya herî navdar, fikir, zikir, çalakî"

ANHA