Li Hesekê Komxebata Îslama Demokratîk hate lidarxistin

Li bajarê Hesekê komxebata Îslama Demokratîk bi armanca şîrovekirina wateya Îslama demokratîk hate lidarxistin. Di komxebatê de girîngiya lidarxistina kongreya Îslama Demokratîk hate destnîşankirin.

Li Hesekê Komxebata Îslama Demokratîk hate lidarxistin
4 tebax, 2018   17:28

HESEKÊ

Komxebata Îslama Demokratîk îro bi dirûşma "Ji Perspektîva Îslama Demokratîk ber bi înşaya civaka exlaq û polîtîk " bi beşdarbûna bi sedan şêniyên kantona Hesekê û oldaran li hola Selam a bajarê Hesekê hate lidar xistin.

Endamê Yekîtiya Oldarên Musilman a herêma Cizîrê Nûredîn Şakir axaftina destpê kir û dest nîşan kir ku di salên derbasbûyî de li Rojhilata Navîn gelek kom bi navê îslamê derketin, lê di rastiya xwe de ji baweriya îslamê dûr in, ew dijminên îslam û mirovahiyê ne, armanca wan reşkirina ola îslamê ye.

Nûredîn Şakir komkujiya ku çeteyên DAIŞ‘ê 3‘ê Tebaxa 2014‘an Ii dijî gelê Êzidî yê Şengalê pêk anî bûn şermezar kir û hemû mirovên ku di komkujiyê de şehîd bûne bi bîr anî. Şakir her wiha peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ku ji Kongreya Îslama Demokratîk ku li Amedê re şandibû xwend.

Di komxebatê de, endamê Yekîtiya Oldarên Musilman Mazin Mihemed li ser demokrasî di Îslamê de got ku hêzên serwer wateya demokrasiyê bi desthildardarî û dewletê ve girêdidin, modernîteya kapîtalîzmaya serwer ku qaşo banga demokrasiyê didin bi vî navî tevdigerin da ku îdeolojiya gelên bindest di aşê modernîeteya kapîtalîzmeyê bihêrin.

Mihemed her wiha got, "Divê wateya rasteqîn a demokrastiyê û têkiliyên di navbera Îslamê û demokrastiyê de ji civakê re were danasîn."

Seroka Buroya Karûbarên Olî ya Kantona Hesekê Ezîza Xenafir jî got: "Îslam banga wekheviya di navbera jin û mêr de dike. Qûrana pîroz jî mafê jin misoger dike."

Ezîza her wiha got, "Dîroka zulma li ser jina di serdema niha de dîsa xwe dûbare dike, mafên jin jê dest hatiye xistin, bi taybet di aliyê mîras de. Di Qûranê de qala mafê jin hatiye kirin, lê mixabin civakê di piratîkê de ev rastî zivirandiye û dibêjin ku şerm e jin mafê xwe bixwaze, an jî şîrkê jiyana xwe diyar bike. Li aliyekî din jî zihniyeta mêr bi buhaneyan hejmara hevjînan pir dike û zewaca di temenên biçûk de helal dibîne."

Endamê Yekîtiya Oldarên Musliman Heysemn Ehmed destnîşan kir ku girêdana îslamê bi tundiya li cîhanê nîn e û got, "Îslalm ola aşîtî û lêborînê ye, ne ola kuştin û tundiyê ye."

Komxebat bi nîqaşan li ser girîngiya lidarxisitna kongreya Îslama Demokratîk, belavkirina çanda lêborîn û aştî û demokratiyê ku Îslam banga wê deike hate kirin.

ANHA