KPCD-JIN: Kiryarên dagirkeriya Tirkiyê me ji xeta berxwedanê paşde venagerîne

Beşdarên Kongreya Yekemîn a Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk – Jin diyar kirin ku pêkirinên dagirkeriya tirkiyê yên li dijî gelên Bakurê Sûriyeyê û berdewama tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wan ji riya berxwedanê paşde venagerîne. Mamosteyan gotoin ku ew ê heya azadiya Ocalan û rizgarkirina Efrînê têbikoşin.

KPCD-JIN: Kiryarên dagirkeriya Tirkiyê me ji xeta berxwedanê paşde venagerîne
4 tebax, 2018   17:00

Mamosteyên jin ên ku beşdaraî Yekemîn Kongreya Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk –Jin a Bakurê Sûriyeyê bibûn, piştî bi dawîbûna kongre, daxuyaniyekî ji bo raya giştî dan.

Daxuyanî ji aliyê mamoste Jînda Ehmê ve hate xwendin.

Jînda Ehmedê bi navê Komîteya Perwredeya Civaka Demokratîk – Jin tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û anî ziman ku dewleta Tirk di kesayeta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hewl dide nasnameya gelê Kurd tune bike.

Jînda Ehemd, di berdewama daxuyaniyê de bang li hiqûqa mafê mirovan kir ku li hemberî tecrîda li ser Ocalane erka xwe pêk bînin.

Jînda, diyar kir ku ew ê têkoşîna xwe ya li ser bingehê Netewa Demokratîk  berdewam bikin ta Ocalan ji girtîgehên faşîzmeyê rizgar bikin û got ku binpêkirinên dewleta Tirk ên li dijî gelê Efrînê û tecrîda li ser Ocalan wan ji xeta têkoşînê paş de venagerîne .

(bb)

ANHA