Mijarên îro yên rojnameyên erebî

Moskov mehek wext da Enqereyê da ku dosya Idlibê bi encam bike. Tirkiye hewl dide komên çete û di nava wan de Cebhet El-Nusra di bin yek sîwanê de kom bike. Rayedarekî ewropayî diyar kir ku têkiliyên Yekitiya Ewropayê bi Tirkiyeyê re baş nabin ji ber ku dîktatorekî desthilatdariya Tirkiyeyê bi dest xwe ve aniye. Çavkaniyan diyar kir ku Misrê çira kesk ji Amerîkayê wergirt da ku Îsraîl danûstandinê bi Hemasê re bike û agirbesteke hemdem pêk bîne.

Mijarên îro yên rojnameyên erebî
4 tebax, 2018   07:39

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro behsa gelek mijar û aloziyên herêmê kirin. Yek ji van mijaran muhleta Rûsya ji Tirkiyeyê re da ku dosya Idlibê bi encam bike û danûstandinên Rûsya bi çeteyên DAIŞ'ê re. Rojnameyan behsa xwepêşandanên li Iraqê û xebatên avakirina hikumeta nû kirin. Her wiha behsa hewldanên Misrê ji bo pêkanîna agirbestekê di navbera Hemas û Îsraîlê de û xebatên avakirina hikumeta nû ya Lubnanê û gelek mijarên din kirin.

Moskovê mehek muhlet da Enqereyê da ku dosya Idlibê bi encam bike

Girêdayî mijar û aloziya Sûriyeyê rojnameyan bal kişand ser dosyaya Idlibê, di vê çarçoveyê de rojnameya Şerq El-Ewsat manşeteke xwe wiha bi nav kir: "Rûsya ji bo çareserkirina Idlibê mehek muhlet da Tirkiyeyê". Rojnameyê diyar kir ku li gorî çavkaniyên xwedî zaniyarî ragihandin ku Moskov mehek muhlet da ye Enqereyê heta lûtkeya Rûsya, Tirkiye, Fransa û Almanyayê di 7'ê Îlonê de tê lidarxistin da ku dosyaya Idlibê bi encam bikin. Enqere zextê li tabûrên opozîsyonê yên bakurê Sûriyeyê dike da ku yekitiya xwe ava bikin û "Eniya Niştimanî ya Rizgariyê" ava bikin, ku ji nêzî 70 hezar leşkeran pêk tê. Ev yek di çarçoveya planeke Tirkiyeyê ji bo muhleta ji "Heyet Tehrîr El-Şam" e ku di nava xwe de tabûrên Feth El-Şam digire nava xwe da ku xwe bihelîne û leşkerên wê beşdarî bilokekî nû bibin û rêbazekî nû ji leşkerên biyanî re peyda bikin da ku derkevin. Li hemberî wê hêzên rêjîmê bi çalakiyeke leşkerî li Idlibê zexta xwe dimeşîne û baregehên opozîsyonê topbaran dike, lê ji bo nêzî xalên çavdêriyê yên Tirkiyeyê bibe bi baldarî tev digere.

Rêjîm ber bi bidawîbûna encamkirina dosyaya Deraa û Quneytera ve diçe

Girêdayî rewşa li başûrê Sûriyeyê rojnameya El-Heyat manşeteke xwe wiha bi nav kir: "Şam têkşikandina armanceke ezmanî ya dijber ragihand û Moskov guman dike çalakiyên li  başûr di demeke zû de bi dawî bibe."

Rojnameyê li ser navê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Mariya Zaxarova ragihand ku çalakiya tunekirina çekdaran li parêzgeha Deraa li ber dawîbûnê ye û ji rojnamevanan re wiha got: "Çalakiya hêzên hikumetê ya tunekirina terorê li parêzgehên Deraa û Quneytera li ber bidawîbûnê ne." Zaxarova destnîşan kir ku ziyanên çekdaran hê jî zêde dibin.

7 hezar girtî di zindanên rêjîmê de hatin kuştin

Girêdayî mijarekî din a Sûriyeyê rojnameya El-Qudis El-Erebî manşeteke xwe wiha bi nav kir: "Lîsteyeke nû ya 700 girtî ku di bin îşkenceya rêjîmê de hatine kuştin û hejmara girtiyên hatine guştin derket 4640 girtiyan". Rojnameyê diyar kir ku di çarçoveya tunekirina dosya girtiyên opozîsyonê de, rêjîma Sûriyeyê li bajarê El-Tel a gundewarê Şamê lîsteyeke nû ku navê 700 welatiyên sivîl ên di bin îşkenceyê de di zîndanan de hatine kuştin radestî karîgeriya nasnameyan kir. Hevrêziya bajarê El-Tel xwe spart hin çavkaniyên karîgeriya nasnameyan ku piraniya wan di salên destpêkê yên şoreşê de hatine girtin.

Rojnameya El-Ereb jî manşeteke xwe wiha bi nav kir: "Rûsya danûstandinê bi DAIŞ'ê re dike da ku bi dehan dîlên sivîl ên Siwêda serbest bêne berdan". Rojnameyê destnîşan kir ku li gorî şêxekî mezheba Durzî yê bi navê Yûsif Cerbûh, Rûsya danûstandina DAIŞ'ê dike da ku 30 jin û zarokên ku çeteyên DAIŞ'ê li Siwêda revandine serbest berde.

Têkliyên di navbera Tirkiye û Yekitiya Ewropayê de baş nabin

Girêdayî mijarên Tirkiyeyê rojnameya El-Ereb nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Rayedarekî ewropî; Desthilatdariya Tirkiye dîktatorek dimeşîne". Rojnameyê diyar kir ku hevserokê bloka Kesk di Parlemana Ewropa de Philippe Lamberts got ku serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan Tirkiyeyê ber bi desthilatdariya tekakesî ve weke sîstemên dîktator ve dibe û ji Yekitiya Ewropayê dûr dikeve.

Xwepêşanderên başûr bi pereyan razî nebûn

Girêdayî mijar û aloziya Iraqê rojnameya Şerq El-Ewsat nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Xwepêşandêrên başûr bi pereyên Bexdayê razî nebûn". Rojnameyê diyar kir ku tevî ragihandina hikumeta Iraqê ku wîlayeta wê bi dawî bûye ku li ser soza serokwezîr Heyder Ebadî pere ji parêzgehên navîn û başûr re veqetandine, diyar e ev veqetandina pereyan welatiyên bajarên başûr birazîkirin nedane da ku xwepêşandanên xwe bi dawî bikin.

Rojnameyê destnîşan kir ku xwepêşandanên li dijî gendelî û lawazbûna xizmetguzariyan li bajarên Besra, Mîsan, Mesna, Zîqar û heta li Bexdayê berdewam in. Rêberê Olî li Necefê bi riya wekîlê xwe Ehmed El-Safî di xutbeya roja Înê de li Kerbelayê mafê xwepêşandêran piştrast kir û wiha got: "Eger mirov rastî mijarekî hêrsê hat ji ber pirsgirêkek kesane, civakî, aborî, siyasî û leşkerî û neçar ma ji mala xwe derbikeve ji ber ku rastî van pirsgirêkan tê û hêrsa wî di bin serweriyê de be, ev hêrs cihê şanaziyê ye". Her wiha got ku bandoryên erênî ji ber van hêrsan derdikevin.

Blokên siyasî ji bo wezaretên dewlemend wergirin di pêşbirkê de ne

Rojnameya El-Ereb ji aliyê xwe ve nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Birrîna fînanseya Îranê hişt ku partiyên Iraqê pêşbirkiyê li ser wezaretên dewlemend bikin". Rojnameyê diyar kir ku partî û bilokên siyasî yên Iraqê di danûstandinên xwe yên ji bo avakirina hikumetê miqdara budceya wezaretan di ber çavan re derbas dikin. Ev mijar jî girêdayî mijara fînasekirinê ye. Girîngiya vê mijarê piştî aloziya Îranê û birrîna wê ji fînansekirina hin partiyan re ye. Êdî ji van partiyan tê xwestin ku pêşbirkiyê li ser wezaretên dewlemend bikin da ku karibin çalakiyên xwe yên siyasî û leşkerî fînanse bikin û berdewam bikin.

Hûsî û koalîsyonê di êrîşa li dijî nexweşxaneya El-Hudeyda de hev tawanbar dikin

Girêdayî mijar û aloziya Yemenê rojnameya El-Heyat manşeteke xwe wiha bi nav kir: "Koalîsyona Erebî der barê êrîşa li dijî nexweşxaneya El-Hudeyda bi hûsiyan tawanbar dike".

Rojnameya El-Qudis jî nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Netewên Yekbûyî; êrîşên ezmanî li dijî nexweşxaneyeke Yemenê pêk hat." Rojnameyê diyar kir ku êrîş li dijî nexweşxaneya El-Sewra pêk hatiye û ev yek ji navendên sereke yên li dijî belavbûna nexweşiya Kolêra li bajarê El-Hudeyda ye.

Keda ji bo agirbesta di navbera Hemas û Îsraîlê de tê pişgirîkirin

Girêdayî mijarên Filistînê rojnameya El-Ereb di manşeteke xwe de wiha got: "Danûstandinên di navbera Hemas û Îsraîlê de ji bo agirbesta hemdem derbasî qonaxeke encamdar dibe".

Rojnameya El-Heyat jî di nivîseke xwe de wiha got: "Misr li gel hikumetê û bêyî wê bi Hemasê re li hev dike". Li gorî çavkaniyan hate ragihandin ku Misirê çira kesk a Amerîka û Îsraîlê wergirtiye da ku danûstandinê bi Hemasê re bike û agirbesta hemdem pêk bîne.

Sunnî destdirêjiya li ser serweriya El-Herîrî red dikin

Girêdayî mijara avakirina hikumeta Lubnanê rojnameya Şerq El-Ewsat di nivîseke xwe de wiha got: "Sunniyên Lubnanê li derdora El-Herîrî kom dibin". Rojnameyê diyar kir ku rayedarên siyasî û oldarên Sunnî li Lubnanê hewldanên destdirêjiya li serweriya serokê hikumetê Seed El-Herîrî red kirin.