Li Rûsyayê helîkopter ket: 18 mirî

Li herêma Krasnoyarsk a rojhilatê Rûsyayê helîkopterek ket xwarê û di encamê de 18 kes mirin.

Li Rûsyayê helîkopter ket: 18 mirî
4 tebax, 2018   07:46

NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Nûçeyan a Rûsyayê (TASS) xwe spart çavkaniyeke Desteya Awarteyan a Rûsyayê û ragihand ku îro di serê sibê de li herêma Krasnoyarsk a rojhilatê Rûsyayê helîkoptereke Rûsyayê ket xwarê û di encamê de 18 kes mirin.

Li gorî heman çavkaniyê helîkopter a şîrketa Yotayir bû û 15 kes li rex 3 pîlotên wê tê de bûn û hemû di encama bûyerê de mirine.

Helîkopter ji cureya Mi-8 bû û piştî firiya tavilê ket xwarê. Çavkaniyekî diyar kir ku dibe ketina helîkopterê ji ber pirsgirêkeke teknîk be.