Kongreya KPCD-Jin di roja duyemîn de ye

Yekemîn Kongreya Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Jinan, di roja duyemîn de dewam dike.

Kongreya KPCD-Jin di roja duyemîn de ye
Kongreya KPCD-Jin di roja duyemîn de ye
Kongreya KPCD-Jin di roja duyemîn de ye
4 tebax, 2018   07:00

QAMIŞLO

Duh KPCD-Jin yekemîn kongreya xwe li ser asta Bakurê Sûriyeyê bi tevlêbûna 350 delegeyan û mamosteyên ji Reqa, Tebqa, Dêrazor û Minbicê li Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo bi dirûşma ʺAzadî û bedewî bi zanista jinan dê bigihîje rastiya hevjiyana azadʺ dest pê kir.

Di roja yekemîn a kongreyê de, ji aliyê Koordînasyona KPC-Demokratîk Nûjin Ferhad, yek ji şahidên komkujiya Şengalê Netwî Xemgîn, ji rêveberên Kongreya Star Henîfe Mihemed û bi navê mamosteyên Şengalê Sebîhe Sebrî axaftin hatin kirin.

Piştî axaftinan, raporên xebata du salan hatin xwendin û nirxandin.

Beriya niha bi çend kêliyan jî, roja duyemîn a kongreyê bi xwendina rêziknameya KPCD-Jin bi zimanê kurdî û erebî dest pê kir.

Tê payîn ku kongre îro bi dexistina biryaran bi dawî bibe.

(kc)

ANHA