Piştî 4 salan Dêrazorê ji nû ve şîn dibe

Piştî rizgarkirina herêmên gundewarên rojava û rojhilatê Dêrazorê ji çeteyên DAIŞ`ê, gelek pêşketin di aliyê çandiniyê de çêbûn. Niha bi hezaran hektar têne çandin.

Piştî 4 salan Dêrazorê ji nû ve şîn dibe
Piştî 4 salan Dêrazorê ji nû ve şîn dibe
Piştî 4 salan Dêrazorê ji nû ve şîn dibe
Piştî 4 salan Dêrazorê ji nû ve şîn dibe
3 tebax, 2018   09:54

HEMED EL-MUSTEFA – FADÎ EL-FARÛQ /DÊRAZORÊ

Piştî ku herêm ji aliyê şervanên QSD`ê ve hate rizgarkirin û bi hezaran şênî li malên xwe vegeriyan, Meclisa Sivîl a Dêrazorê tevî derfetên xwe yên kêm ji wan alîkarî pêşkêş kirin û xizmeta wan kir.

Piştî ku herêm hate rizgarkirin hêdî hêdî şênî li warê xwe vegeriyan û dest bi jiyana xwe kirin. Ji sedî 60 -70 şêniyên herêmê li warê xwe vegeriyan. Komîteya Çandiniyê û bi hevkariya kopratîvan pêdiviyên pêwîst ji şêniyan re peyda kirin û ji nû ve 17 kooperatîfên çandiniyê bi armanca alîkariya cotkaran û peydakirina pêwîstiyan ketin warê xizmetê.

Dema ku herêmên Dêrazorê di bin tarîtiya çeteyên DAIŞ`ê de bûn rêjeya zeviyan ji sedî 10 bû. Her wiha madeya mazotê û parçeyên dînemoyên çandiniyê biha bûn. Rê jî hatibûn girtin, pere ji cotkaran dihat xwestin, her wiha di derxistina berheman de zehmetî didîtin. Car caran digihaşt asta ku cotkar zeviyê xwe neçînin.

Semad û mazot tê peydakirin û bi erzanî têne firotin. Her wiha rêyên di navbera Firat û herêmên Sûriyê de hatin vekirin. Vê yekê jî bandoreke erênî li cotkaran kir. Ji aliyê xwe ve jî komîteyên çandiniyê yên girêdayî Meclisa Sivîl a Dêrazorê li gorî derfetên xwe alîkariya cotkaran dikin.

Berhemên ku li herêmê têne çandin

Piraniya şêniyên gundewarên Dêrazorê çandiniya ceh, genim, kuncî, pembo, şewender û garis ji xwe re esas digirin. Her wiha sebzeyên demsala havînê jî li herêmê têne çandin da ku herêm xwe bi xwe pêdiviyên xwe peyda bike û yên zêde ji herêmên din re dişînin.

Zehmetiyên ku niha rastî çandiniyê tên

Di vê çarçoveyê de cotkaran ji ajansa me ANHA`yê re diyar kir ku ji ber tunebûna dermanan ew zehmetiyan dibînin û heke li sûka qaçax bibînin ên demderbasbûyê ne.

Welatiyan bang li aliyên peywendîdar kir ku di mewsima bê de depoyên genim û kargeha pembo bixin xizmetê.

Cotkarê bi navê Zekeriya Esaf ê ji gundê El-Sawa yê rojavayê Dêrazorê ye got piştî herêm hate rizgarkirin pêşketinên berbiçav çêbûn û wiha anî ziman: "Di tarîtiya çeteyên DAIŞ`ê de çandinî pir ne baş bû. Çandinî niha baş bûye û berhemên wê derdikevin."

Di vê çarçoveyê de hevseroka Komîteya Çandiniyê  endezyar Şêrîn Mesûd got rewşa çandiniyê di destpêkê de pir ne baş bû û rêjeya wê ji sedî 10 bû. Şêrîn destnîşan kir Komîteya Çandiniyê 17 kooperatîfên çandiniyê xistin warê xizmetê da ku çandiniyê bi pêş bixe, her wiha 40 ton semad bi buhayên baş ji cotkaran re peyda kiriye.

(bx/ew)

ANHA