Jinên Şengalê: Divê jin xwe bi xwe, xwe bi rê ve bibin

Yek ji jinên Şengalê Netwî Xemgîn ku şahida Fermana 73`yan bû, di Yekemîn Kongreya KPCD-Jin de axivî û wiha got: ʺGelê Şengalê berdêlên gelekî mezin dan da ku terorê  bi dawî bike û bi rûmet vegere ser axa xwe. Ez bang li hemû jinan dikim ku li hemberî zîhniyeta mêran serî netewînin û xwe bi xwe, xwe bi rê ve bibin.ʺ

Jinên Şengalê: Divê jin xwe bi xwe, xwe bi rê ve bibin
Jinên Şengalê: Divê jin xwe bi xwe, xwe bi rê ve bibin
Jinên Şengalê: Divê jin xwe bi xwe, xwe bi rê ve bibin
Jinên Şengalê: Divê jin xwe bi xwe, xwe bi rê ve bibin
Jinên Şengalê: Divê jin xwe bi xwe, xwe bi rê ve bibin
Jinên Şengalê: Divê jin xwe bi xwe, xwe bi rê ve bibin
3 tebax, 2018   10:23

QAMIŞLO

Di Yekemîn Kongreya KCPD-Jin de ku îro li Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo dest pê kir, jina êzidî Netwî Xemgîn ku wek mêvan beşdarî kongreyê bû, axivî.

Netwî Xemgîn di destpêka axaftina xwe de got ku komkujî û qirkirina ku çeteyên DAIŞ`ê wekî roja îro sala 2014`an li ser Şengalê pêk aniye, binpêkirina mafên mirovan û jinan e.

Netwî da zanîn ku armanca çeteyên DAIŞ`ê ji vê êrîşê rakirina nasnamey kurdî-êzidî ye û taybet nasnameya jinan bû û wiha pê de çû: ʺLê bi israra gelê êzidî û girêdana wan bi şehîdên xwe ve, dikaribûn bersiva êrîşan bidin û bi rûmet û azadî vegerin ser axa xwe bijîn.ʺ

Netwî di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser rewşa jinên li Şengalê beriya komkujiyê û ev tişt anî ziman: ʺJinên Şengalê beriya komkujiyê ne birêxistinkirî bûn, ji ber vê yekê jî nikaribû li hemberî çeteyên DAIŞ`ê li ber xwe bide, ji ber vê yekê jî rastî revandin, destdirêjî û kuştinê hat. Lê piştî komkujiyê, jinan biryara berxwedan û îradeyê da û YJŞ ji bo rizgarkirina axa xwe ji zilma DAIŞ`ê hate avakirin.ʺ

Netwî Xemgîn destnîşan kir ku jina şengalî bi rêya komîn û meclisan û bi fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe bi pêş xist û dikaribû bersiva hemû êrîşên li ser jinan bide.

Netwî Xemgîn di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku pêwîst e jin xwe bi xwe, xwe bi rê ve bibin û xwe li ser fikr û felsefeya neteweya demokratîk a ku Ocalan çêkiriye, perwerde bikin.

Sebîhe Sebrî jî ya ji Şengalê jî di kongreyê de axivî û ev tişt anîn ziman:ʺBi hezaran jinên Şengalê ji bo nekevin destê DAIŞ`ê xwe spart çiya û ji wir jî xwe avêtin, ji ber jinan tehemûl nekir ku rûmeta wan were binpêkirin.ʺ Sebîhe anî ziman ku tevî komkujiyan jinên şengalî  li ber xwe da û li dijî hêza tarî ya DAIŞ`ê têkoşîn meşand.

Her wiha di berdewama kongreyê de, bi navê Kongreya Star Henîfe Hisên jî axivî û lidarxistina kongreyê li hemû beşdaran pîroz kir û hêviya serkeftinê ji kongreyê re xwest.

Kongre bi xwendina nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên der barê jin û perwerdeyê de didome.

(kc/ew)

ANHA