Di çarçoveya pêngava "Serî Hilde" de turnuveya futbolê tê lidarxistin

Buroya Ciwanan a Meclisa Sûriya Demokratîk bang li yekitî û tîmên werzîşê yên Bakurê Sûriyeyê kir ku tev li civînê bibin. Di civînê de lihevkirin li ser lidarxistina turnuveya futbolê li ser asta Bakurê Sûriyeyê di çarçoveya çalakiyên pêngava "Serî Hilde" de pêk hat.

Di çarçoveya pêngava "Serî Hilde" de turnuveya futbolê tê lidarxistin
Di çarçoveya pêngava "Serî Hilde" de turnuveya futbolê tê lidarxistin
Di çarçoveya pêngava "Serî Hilde" de turnuveya futbolê tê lidarxistin
3 tebax, 2018   09:16

GIRÊ SPÎ

Buroya Ciwanan a Meclisa Sûriyeya Demokratîk li navçeya Eyn Îsa ya girêdayî kantona Girê Spî civînek li dar xist. Yekitî û buroyên werzîşê yên Bakurê Sûriyeyê bi armanca birêxistinkirina turnuvaya futbolê tev li civînê bûn. Civîn li navenda buroya ciwanan a navçeyê hate lidarxistin.

Bi însiyatîfa Yekitiya Ciwanên Rojava (YCR) û bi dirûşma "Serî hilde, şer bike û Efrînê rizgar bike" û di çarçoveya pêngava duyemîn a hemleya "Serî Hilde" de ku di 9`ê Hezîranê de hate destpêkirin de dê turnuvaya futbolê were lidarxistin.

Hevserokên Buroya Ciwanên Sûriyeyê Yûsif Xilewî û Fatma Xilêf, Yekitiya Werzîşê ya Kantona Cizîr û Firatê, Buroya Ciwanan a Meclisa Sivîl a Minbicê, nûnerên buroyên ciwan û werzîşê yên Reqa, Tebqa û Dêrazorê beşdarî civînê bûn.

Civîn bi rêzgirtinê hate destpêkirin. Paşê nîqaş li ser lidarxistina turnuvaya futbolê li ser asta Bakurê Sûriyeyê hatin kirin.

Her wiha kesên beşdar li ser çawaniya hilbijartina tîman û cihên ku turnuve dê lê were lidarxistin, pêşniyar kirin.

Di dawiyê de komîteya amadekar a turnuvayê hate hilbijartin. Komîte ji 7 endaman pêk tê. Komîte dê di nava çend rojên pêş de cih û dema turnuvayê diyar bike.

Di vê çarçoveyê de hevserokê Meclisa Ciwanên Sûriyeyê Yûsif Xilewî ji ajansa me ANHA`yê re diyar kir ku wan hemû nûnerên buro, komîte û yekitiyên werzîşê yên Bakurê Sûriyeyê dawetî nîqaşên li ser lidarxistina turnuvayê kirine da ku hemû bajarên Bakurê Sûriyeyê tev li turnuvayê bibin.

(bx/ew)

ANHA