Sûka Salihiyê meqseda şêniyên Hesekê ye

Di sûka Salihiyê ya kevn de her tişt peyda dibe û buha ji yên dikan û herêmên din erzantir e, lewre bûye meqseda şêniyên taxên rojhilatê bajarê Hesekê. Xwediyên baste bang li aliyên têkildar dikin ku sûkê ji nû ve sererast bikin û siwanan deynin.

Sûka Salihiyê meqseda şêniyên Hesekê ye
Sûka Salihiyê meqseda şêniyên Hesekê ye
Sûka Salihiyê meqseda şêniyên Hesekê ye
Sûka Salihiyê meqseda şêniyên Hesekê ye
3 tebax, 2018   08:17

NESRÎN ELÎ / HESEKÊ

Sûka Salihiyê ya kevn, ji beriya 15 salan ve hatiye avakirin û bûye meqseda şêniyên taxên rojhilatê bajarê Hesekê; Ezîziyê, Miftî, Salhiya Başûr, Salihiya Bakur, Xeşman û Telayî. Di vê sûkê de her tişt peyda dibe û bi buhayê ji dikanên taxên din erzantir tê firotin.

Tevgera li sûka Salhiya Tevger ji saetên sibehê 07:00‘an de dest pê dike.

Fatîma Îsa ji taxa Ezîziyê ye, ji ajansa me re diyar kir ku ew rojane tê vê sûkê û pêwîstiyên xwe ji sebze û hwd. dikire û dibêje ku buhayê madeyan li vê sûkê li bermaberî cihên din kêmtir e.

Welatiya bi navê Fatima Elî Ehmed jî ji taxa Salihiyê ye tîne ziman ku ji ber danûstanên xwe yên ji aliyê dukandaran ve diçe vê sûkê. Fatima bang li aliyên têkildar kir ku buhayên madeyan kontrol bike, ji ber ku mêwe û zebze ji yek jêderê tê peydakirin.

Ji aliyê xwe ve firoşkarê bi navê Yasir Emar sedema kêmbûna buhayê madeyan destnîşan kir û got ku ji ber ku ser besteyan e û kirê û baceyan nadin.

Emar bang li aliyên têlidar kir ku sûkê sererast bikin û sîwanan deynin.

ANHA