Yekemîn Kongreya KPCD-Jin li ser asta Bakurê Sûriyê destpê kir

Yekemîn Kongreya Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk-JIN li ser asta Bakurê Sûriyê di bin dûrişmeyaʺAzadî û bedewî bi zanista jinê, dê bigihêje rastiya hevjiyana azadʺ de li Zanîngeha Rojava destpê kir.

Yekemîn Kongreya KPCD-Jin li ser asta Bakurê Sûriyê destpê kir
3 tebax, 2018   08:15

QAMIŞLO

Kongre KPCD-Jin bi amadebûna 350 delegeyan û mamosteyên ji bajarê Reqa, Tebqa, Dêrazor, Minbic û Şengalê destpê kir. Cihê kongreyê ango hola Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo bi wêneyên şehîdan û pankêrtinʺAzadî û bedewî bi zanista jinê, dê bigihêje rastiya hevjiyana azadʺ,ʺAsta pêşketina ziman asta pêşketina jiyanê yeʺ hate xemlandin.

Her wiha endamên sazî û desteyên jinan ên Bakurê Sûriyê jî beşdarî kongreyê bûne. Kongre bi bîranîna cangoriyên azadiyê destpê kir. Paşê, Koordînasyona Giştî ya Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Nûjîn Ferhad axivî û destpêkê şehîdên komkujiya Şengalê ku îro salvegera wê ye bi bîr anîn û soza tolhildana ji bo hemû şehîdan da.

Nûjîn da zanîn  ku pêwîste hemû mamosteyên jin ji bo pêşxistina xebatên perwerdê, xwe bihtir pêş bixin û xwe perwerde bikin.

Piştî axaftina Nûjin, ji bo rêvebirina kongreyê 5 delege hatin hilbijartin.

Li gorî komîteya amadekar a kongreyê bernameya îro wiha ye: Nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derbarê jin û perwerdê, xwendina raporên KPCD-Jin ên her sê kantonan û nirxandina wan, pêşandina sînevizyonekê derbarê xebatên jinê di du salên borî de.

Kongre wê du rojan dewam bike.

(kc)

ANHA