Jinên êzidî yên Efrînê: Ji bilî berxwedanê tu çare nîn e

Jinên êzidî yên Efrînê got ku her hêzeke ku dixwaze nasnameya gelekî ji holê rake, di serî de polîtîkayên lawazkirina jinan dimeşînin. Jinan tekez kir ku dê têkoşîna xwe mezin bikin heta Efrînê rizgar bikin û rê nadin ku dagirkeriya Tirkiyeyê gelê kurd tune bike.

Jinên êzidî yên Efrînê: Ji bilî berxwedanê tu çare nîn e
3 tebax, 2018   08:18

FÎDAN ABDULLAH / ŞEHBA

Jinên êzidî yên Efrînê têkildarî salvegera 4‘emîn a qirkirina êzidiyan ji ajansa me re axivîn.

Leyla Şamo komkujiya li dijî gelê kurd ê êzidî bi bîr anî û wiha axivî: “Gelê Şengalê beriya 4 salan wekî îro rastî êrîşeke hovane ji aliyê çeteyên DAIŞ‘ê ve hat. Êrîşa bi vî awayî careke din tekez dike ku komployeke bi destê gelek aliyan hate kirin û lawazbûn û tirsa xwe ji gelê ku bi nasname û baweriya xwe girêdayî wekî êzidî nîşan dikin. Hedefgirtina jinan, kuştin, revandin, îşkencekirin û kiryarên neexlaqî careke din jî lawazbûna wan li hemberî îradeya jinan îspat dike. Lîstokek e ku armanc wê îmhakirina civaka êzidî ye.”

Xatûn Ebdo bal kişand ser hevkariya çeteyên DAIŞ’ê û dewleta tirk û kiryarên wan ên li dijî jinan û wiha pê de çû: “Dagirkeriya Tirkiyeyê û çeteyên wê li Efrînê berdewam in. Ev yek tekez dike ku Tirkiye bi awayekî veşartî destekê dide komên çete da ku gelê kurd bi giştî û êzidî bi taybet îmha bikin. Lewre divê civaka navdewletî, raya giştî hesabê komkujiya Şengalê bixwaze û dagirkeriya Tirkiyeyê ji Efrînê derxin beriya ku komkujiyeke din jî li gelê êzidî pêk were.

Qiret Betal îşaret pê kir ku êrîşên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Efrînê berdewama komkujiya jinên Şengalê ye û wiha got: “Êdî jinên efrînî asta hovîtiya dagirkeriya Tirkiyeyê û çeteyên wê nas kir, ji ber vê yekê ji Efrînê derketin da ku nekevin destê wan. Em ê têkoşîna xwe berdewam bikin heta Efrînê ji dagirkeran rizgar bikin û em rê nadin ku dagirkeriya Tirkiyeyê û çeteyên wê armancên xwe yên qirkirina gelê kurd bi giştî û êzidî bi taybet, pêk bînin.

(bb/ew)

ANHA