Til Koçer kevneşopiyên berê dişkîne

Navenda Çand û Hunerê ya bajarokê Til Koçer di gavek ji bo vejandina çand û hunera erebî de, qalibên kevneşopiyên berê şikandin û ji 134 kesan komên hunerî ava kirin. 

Til Koçer kevneşopiyên berê dişkîne
Til Koçer kevneşopiyên berê dişkîne
Til Koçer kevneşopiyên berê dişkîne
Til Koçer kevneşopiyên berê dişkîne
Til Koçer kevneşopiyên berê dişkîne
Til Koçer kevneşopiyên berê dişkîne
Til Koçer kevneşopiyên berê dişkîne
Til Koçer kevneşopiyên berê dişkîne
3 tebax, 2018   08:05

SEYDO ÎBO-LÎNA CANGÎR/QAMIŞLO

Li bajarokê Til Koçer gelek êl; El-Şumar, Cewalî, Şarbî, Benî Sebi, El-Raşid, Cebûrî, El-Tayî û El-Hedîdî û tevî hejmarek malbatên kurd lê dijîn. Rola çand û hunerê li bajarok di dema rêjîmê de hatibû paşguhkirin û di dema Cebhet El-Nusra de bi temamî hat rewastandin.

Piştî rizgarkirina şervanên YPG û YPJ'ê di 26'ê Cotmeha 2013'an de bajarok ji çeteyên Cebhet El-Nusra, meclisên herêmî û komîteyên xedemî ji bo ji nû ve vejandina bajarok hatin avakirin.

Yekemîn navenda çand û hunerê

Navenda çand û hunerê di dawiya sala 2016 'an hate vekirin. Navend ji bo vejandina çand û hunera erebî û her wiha çînên cuda yên gelên bajarokê bi rêxistin kir.

Di hevpeyvîneke bi ajansa Hawarê re mamosteyê şanoyê yê Navenda Çand û Hunerê ya Til Koçer Ednan Mistefa destnîşan kir ku ev navend di dîroka bajarokê de ya yekemîn e û wiha got: "Ev gav ji bo bajarok li ser her du astan a hunerî û çandî, wekî gaveke dîrokî ye. Ji ber ku tu navendeke çandî li bajarok tune bû."

Qalibên êlan û zehmetî

Li gorî endamê rêveber ê Navenda Çand û Hunerê ya Til Koçerê Mezlûm Elî got ku şêniyên bajarokê ji ber qalib û kevneşopiyên êlan û bandora ola îslamê li ser wan, şerm dikir ku zarokên xwe bişînin navendê û wiha got: "Niha piştî keda endamên navendê bi rêya lidarxistina civînan û serdana malên şêniyên bajarok, şêniyan ew qalib şikandin û niha hêdî hêdî serdana navendê dikin."

Avakirina komên çandî... rêjeya keçan ji ya xortan pirtir e

Navend ji destpêka avabûna xwe de 134 endam bi rêxistin kirin, kom ji wan ava kirin û wiha belav kir: Koma Zarokên Aştiyê 100 zarok di nav de şano, stran, govend. Koma Ş. Uqab a govendên gelêrî 10 ciwan. Koma El-Cezîrê ya stran û govendê 13 ciwan. Koma Ş.Ezîz a şano 11 kes di nav de 6 jin.

Her wiha Mezlûm Elî û rêveberê Koma Ş. Uqab Şengal a govendên gelêrî Mişel Hisên got ku wan ji bo vejandina çand û hunera erebî ya kevn û parastina wê ji windabûnê dixebitin û destnîşan kirin ku ji ber wê wan gelek govendên weke (çopî çolaqî, debkê ereban) û her wiha govendên gelêrî yên kevn di beşdarbûna wan a li şahiyan de pêşkêş kirin. 

Her wiha navend ji bo pêşxistina arezoyên hunerî li gel endaman, dewreyên perwerdê yên teorî û piratîk ji şêwazên hunerî weke nîgar, karê destan vedike. Her wiha navend ji bo zarokên asta seretayî di havînê de dewreyên perwerdê ji bilindkirina asta wan a çandî vekir.

Endamê rêveber ê navenda Mezlûm Elî diyar kir ku rêjeya tevlêbûna jinan a navendê ji rêya xortan ji sedî 60 zêdetir e. Li ser pergala perwerdekirina koman, Elî got ku her komek di hefteyê de 3 caran li gorî beşa xwe perwerde dibe.

Stranek ji zarokên Til Koçerê ji zarokên Efrînê re

Ji bo pêkanîna yekgirtina gel li Bakurê Sûriyeyê li gorî bingeha jiyana hevbeş û biratiya gelan, Koma Zarokan a Aştiyê li ser strana bi navê "Efrîn ji te re aştî" perwerde dibin. Koma zarokan vê stranê diyarî berxwedana serdemê û şêniyên Efrînê dikin ên ku li hember artêşa tirk û çeteyên wê di nav 58 rojan de bi lehengî li ber xwe dane, dikin. Koma zarokan strana xwe di Mîhrîcana Zarokan a ku piştî çend mehan li ser asta Cizîrê were lidarxistin dê pêşkêş bike.

(şx/ew)

ANHA