'Ji niha û pê ve em bi komkujiyan re rû bi rû namînin'

Endamê Rêveberiya Xweser a Şengalê Xidir Hamo got ku reva pêşmergeyan ji Şengalê û rû bi rû hiştina êzidiyan li hemberî hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê, PDK’ê bû. Hamo destnîşan kir ku êzidiyan tecrube wergirtin û wiha got: "Ji niha û pê ve em bi komkujiyan re rû bi rû namînin."

'Ji niha û pê ve em bi komkujiyan re rû bi rû namînin'
3 tebax, 2018   07:53

ÎSAM EBDULAH – AMARA CÛDÎ / QAMIŞLO

Welatiyên êzidî li Şengalê di Tebaxa 2014'an de rastî qirêjtirîn komkujî di dîroka mirovahiyê ya nûjen de hatin. Herêma Şengalê rastî êrîşa hovane ya çeteyên DAIŞ'ê hat û di encama planekê de hêzên pêşmerge yên girêdayî Partî Demokratî Kurdistan (PDK) û hêzên Iraqê ji herêmê vekişiyan û welatiyên êzidî di nava lepên çeteyên DAIŞ'ê de hiştin. Di encamê de bi hezaran welatiyên êzidî bûn qurbanî û bi hezaran jin û zarok hatin revandin. Her wiha bi hezaran ber bi çiyayê Şengalê û herêmên Rojava ve reviyan.

Bi boneya çaremîn salvegera komkujiyê Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) li Êzîdxanê hevpeyvînek bi endamê Rêveberiya Xweser a Şengalê Xidir Hamo re der barê lêhûrbûnên komkujiyê û rewşa civaka êzidî piştî 4 salan ji komkujiyê de pêk anî.

Xiyaneta PDK'ê û vekişandina pêşmergeyan bû sedema pêkanîna komkujiyê

Endamê Rêveberiya Xweser a Şengalê Xidir Hamo li Êzîdxanê behsa hin lêhûrbûnên komkujiyê kir û têliyên tawanbariyê ber bi PDK'ê ve kirin ku welatiyên êzidî li hemberî hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê rû bi rû hiştin û wiha got: "Xiyaneta Barzanî û hêzên wî hişt ku êrîşa çeteyên DAIŞ'ê li dijî welatiyên Şengalê hêsan bibe. Nemaze welatiyan peywendî bi fermandarên pêşmergeyan re kir ku çeteyên DAIŞ'ê derbasî herêmê dibin û bersiva fermandaran jî ew bû ku bila welatî terka gund û herêmên xwe nekin."

Hamo destnîşan kir ku hêzên pêşmerge soz da ku dê hejmareke zêde ji pêşmergeyan û çekên giran bişînin Şengalê da ku parastina êzidiyan bikin û vê yekê hişt ku welatiyên sivîl di malên xwe de bimînin û bi hêviya berxwedanekê ji aliyê pêşmergeyên PDK'ê ve man û wiha anî ziman: "Armanca vê helwesta PDK'ê ew bû ku welatiyên êzidiyan radestî hovîtiya DAIŞ'ê bikin. Ev planeke PDK'ê ya radestkirina Şengalê ji çeteyên DAIŞ'ê re bû da ku êzidiyan tune bikin."

Hamo got ku wan di wê demê de peywendî bi fermandarên pêşmergeyan re kirine da ku geşedanên li Şengalê nas bikin û fermandaran jî ji welatiyan re piştrast kir ku hêzên pêşmerge li ser riya Şengalê ne da parastina wê bikin û ji welatiyan xwest terka malên xwe nekin. Hemo axaftina xwe wiha domand: "Armanc ji van sozên PDK'ê ew bû ku welatî di gundên xwe de bimînin da ku çeteyên DAIŞ'ê derbasî van gundan bibin û komkujiyên herî qirêjî pêk bînin."

Hamo da zanîn ku çekên li Şengalê têrê dikirin ku êrîşa çeteyan bişikînin, lê hêzên pêşmerge giştî çekên xwe bêyî ku fîşekekê biavêjin ji herêmê vekişandin û wiha li axaftina xwe zêde kir: "Ev ne cara yekemîn e ku em ji ber xiyaneta malbata Barzanî rastî komkujiyan tên."

Eger ne ji HPG'ê bûya tenê êzidiyek jî nedima

Hamo di berdewama axaftina xwe de berxwedana gerîlayên Hêzên Parastina Gel (HPG) û rizgarkirina êzidiyan bi bîr anî û wiha got: "Eger ne ji berxwedana gerîlayên HPG'ê bûya tenê êzidiyek li herêmê nedima. HPG'ê di berxwedana xwe ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê de gelek şehîd dan û bi awayekî fedakar li ber xwe dan da ku Şengalê ji destên çeteyên DAIŞ'ê rizgar bikin."

Hamo piştrast kir ku welatiyên Şengalê banga mayîndina gerîlayên HPG'ê li herêmê dikin da ku parastina êzidiyan were kirin û wiha bi bîr anî: "Gerîlayên HPG'ê bi lehengî parastina welatî û pîroziyên wan kir." Hamo her wiha Yekîneyên Parastina Gel (YPG) silav kirin ku di wê demê de bi lehengî korîdorek bi Rojava re vekirin û bi deh hezaran welatiyên Şengalê ji komkujiyê rizgar kirin.

Hamo di axaftina xwe de behsa rewşa niha ya êzidiyan li Şengalê û xebatên wan ên xwebirêxistinkirinê û xurtkirina hêzên parastina êzidiyan kir û got ku wan hêzeke taybet ji bo parastina welatiyên Şengalê û pîroziyên wan di bin navê Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) de ava kiriye. Her wiha Hêzên Asayîşa Êzîdxanê jî avakirin û bi riya perwerdeyên cuda ji ciwanên Şengalê re xwe di aliyên siyasî û leşkerî de jî birêxistin dikin û ev tişt anîn ziman: "Ji niha û pê ve em bi komkujiyan re rû bi rû namînin. Nemaze ji ber ku niha hêza me ya taybet bi parastinê hatiye avakirin û êdî dikare parastina welatî û pîroziyên Şengalê bike."

Hamo bang li hemû ciwanên êzidî yên li başûrê Kurdistanê û li seranserî cîhanê kir ku vegerin Şengalê û beşdarî nava xebatên parastina Şengalê bibin û Rêveberiya Xweser a Şengalê xurt bikin.

Endamê Rêveberiya Xweser a Şengalê Xidir Hamo di dawiya axaftina xwe de welatiyên Rojava, hêzên YPG'ê, YPJ'ê û HPG'ê silav kirin ku bi saya wan bi hezaran welatiyên êzidî ji komkujiyên DAIŞ'ê hatine parastin.

ANHA