Rewşa lîreyê Tirkiyeyê krîtîk e

Piştî ku Amerîkayê ji ber mijara darizandina keşeyê amerîkayî ku bi hewldana derbeya sala 2016'an li Tirkiyeyê hatiye tawanbarkirin, du wezîrên Tirkiyeyê ceza kirin, nirxê pereyê Tirkiyeyê gelekî daket.

Rewşa lîreyê Tirkiyeyê krîtîk e
2 tebax, 2018   10:24

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera Bloomberg lîreyê Tirkiyeyê îro gelekî nirxê xwe winda kiriye û gihaşt asta 5.0657 li hemberî dolar.

Piştî ku Koçka Spî duh wezîrê edaletê yê Tirkiyeyê Ebdilhemîd Gul û wezîrê karên hundir ê Tirkiyeyê Suleyman Soylu ji ber ku keşeyê amerîkayî Andrew Brunson darizandine ceza kirin, nirxê lîreyê Tirkiyeyê daket asta 5.015 li hemberî dolar.

Pereyê Tirkiyeyê îsal yek ji pêncan ji nirxê xwe winda kiriye û metirsiyên girêdayî serxwebûna bankaya navendî li hemberî daxwaza serok Recep Tayyîp Erdogan a daxistina nirxên qezenciyê.