Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi boneya bi miwekîlên xwe re hevdîtinê bikin cara 777’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.

Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan
2 tebax, 2018   11:04

NAVENDA NÛÇEYAN  

Ji parêzerên Ocalan, Rezan Sarica, Faîk Ozgur Erol û Muharrem Şahîn bi boneya bi miwekîlê xwe re hevdîtinê bikin cara 777’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.

Daxwaza hevdîtina parêzeran a bi Ocalan re ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve 776 car bi hincetên “muxalefeta hewayê”, “keştî xerabeye”, “keçtî di tamîrê de ye” û “Rewşa Awart” tên astengkirin.

(kc)