Li Şedadê bombeyek hate bêbandorkirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li navçeya Şedadê piştî ku yek ji welatiyan agahî da wan ku bombeyeke destan li Şaredariya Gel a gundê El-Hedadiyê hatiye bicihkirin, mudaxele kirin û bombe bê bandor kirin.

Li Şedadê bombeyek hate bêbandorkirin
2 tebax, 2018   10:20

NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn piştî ku yek ji welatiyan agahî da wan ku li qada şaredariyê bombeyek hatiye bicihkirin, derdora Şaredariya Gel a gundê El-Hedadiyê ya girêdayî navçeya Şedadê ya kantona Hesekê girt. Tîmên girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn yekser berê xwe da cihê bûyerê û bombe bê bandor kir.

Yek ji endamên tîmê diyar kir ku heke tiştek gihaştiba bombeyê dê yekser teqiyaba. Her wiha destnîşan kir ku li ser bombeyê nivîs hebûn, tê nasîn ku ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hatiye bicihkirin û çeteyan bi vê yekê sivîl û xebatkarên şaredariyê hedef girtibûn.

(bx)

ANHA