KCD: Fermana 73’yan şerma herî mezin a vê sedsalê ye

KCD’ê bi boneya salvegera Fermana 73’yan daxuyaniyek da û komkujiya li dijî êzidiyan şermezar kir. KCD’ê diyar kir ku gelê Şegalê yê êzidî her çend bi gelek komkujî û wehşetan re rû bi rû mabe jî, kariye hebûna xwe biparêze û êdî gihaştiye qonexeke wisa ku dikare parastina xwe bike.

KCD: Fermana 73’yan şerma herî mezin a vê sedsalê ye
2 tebax, 2018   09:10

NAVENDA NÛÇEYAN  

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi daxuyaniyekê komkujiya 3’yê Tebaxa 2014’an a li dijî êzidiyên Şengalê ku wek ‘Fermana 73’yan’ tê zanîn, şermezar kir. Di daxuyaniya KCD’ê de hate diyarkirin ku gelê êzidî 73 caran rastî komkujî û fermanan hatiye lê belê her tim kariye çand û ola xwe ya resen biparêze. Daxunaiya KCD’ê wiha ye:   

“Ji çapemanî û raya giştî re,                                                              

Dewletên emperyalîst-mêtinger û hevkarên herêmî bi sed salan e di serî de li ser gelên Kurdistanê, li Tirkiye û Rojhilata Navîn komkujî û qirkirinan dimeşînin. Li Rojhilata Navîn a ku bûye navenda cihê şerê mezheb û olan herî zêde li ser civaka êzidî komkujî pêk hatiye û civaka êzidî di dîroka xwe de bi 73 fermanan re rû bi rû man.

4 sal berê di 3’yê Tebaxa 2014’an de bi teşwîq û parastina paşverûyên Rojhilata Navîn DAIŞ’ê êrîşî cih û warê pîroz û qedîm Şengalê kirin û li ser civaka êzidî komkujiyeke mezin pêk anîn. Bi hezaran jinên êzidî ji hêla çeteyên DAIŞ’ê ve hatin revandin, kirin kole, li bazaran firotin û bi îşkenceya zayendî- destdirêjiyê re rû bi rû man. Bi sed hezaran êzidî ji neçarî cîh û warên xwe yên pîroz terk kirin û li Rojilata Navîn û Ewropayê belav bûn.

Zilma li Şengalê bi gelê êzidî û bi taybetî li jinan hatiye kirin sûcê mirovahiyê û şerma herî mezin a vê serdemê ye.

Civaka êzidî yên li wargehên bakurê Kurdistanê yên ji hêla gelê me û şaredariyên me ve hatibûn avakirin kêm be jî di nava jiyaneke baş de dijiyan. Bi taybetî piştî qeyûm şandin şaredariyên bakurê Kurdistanê û hatin dagirkirin bi zext û zordariyeke gelekî mezin re rû bi rû man. Biçavên biçûk li wan nêrîn, xwestin bi birçîbûnê wan terbiye bikin. Bi awayekî ku tolê ji wan hiltînin nêzîkî wan bûn.

Lê belê li gel komkujî û terora DAIŞ’ê jî gelê me yê êzidî tu carî dev ji berxwedanê, parastina xaka xwe û baweriya ku azad bikin bernedan.

Bi berxwedan û têkoşîna bi heybet a hêza parastina cewherî ya bi pêşengiya jinên kurd ên êzidî hatiye avakirin, çeteyên DAIŞ’ê ji Şengalê hatin paqijkirin.

Lê belê paşverûyên Rojhilata Navîn polîtîkayên xwe yên êrîşkar a li hemberî Şengalê bi şêwayên din didomînin. Ev salek e amadehî û daxuyaniyên tifaqa AKP-MHP’ê û dewleta TC’ê ya li ser êrîş û dagirkirina Şengalê dane, encama vê yekê ye.

Gelê êzidî li Şengalê bi hêza xwe ya cewherî û li ser vîna xwe rêvberiya demokratîk avakiriye û ev rêveberî di serî de Tirkiye û paşverûyên Rojhilata Navîn aciz kiriye.

Berpisyarê sereke ya ku ev trajediya dermirovahî bi gelê me yê êzidî daye jiyandin ev hişmendî bi xwe ye.

Lê belê bi şahidiya mirovahiyê û dîrokê, gelê me yê êzidî di serî de li Şengal û Rojava, li seranserê Rojhilata Navîn pêşengiya pêşketinên siyasî û civakî dike û rê nîşanî wan dide.

Li gel ku di ser revandina bi hezaran jinen êzidî de 4 sal derbasbûne jî hêj derbarê aqûbeta wan de tu agahî nehatiye girtin.  Ji ber hêj nehatine azadkirin şerma mirovahiyê ye û wekî deqeke reş li ser eniya herkesî ye. Hêzên navneteweyî, herêmî, sazî û dezgehên demokratîk ên dibêjin li dijî çeteyên DAIŞ’ê têdikoşin, ji bo xwe ji vê şermê xelas bikin û jinên kurd ên êzidî azad bikin divê seferber bibin.

Di serî de gelê me û hemû saziyên wê, divê hemû mirovahî bi gelê êzidî re di nava tevkariyê debin. Ji wan bi fermanên nû re bi rû rû nehêlin li hemû qadên jiyanê di nava têkoşînê debin. Ev yek berpirsyarî û peywira mirovahî û dîrokî li ser pişta me ye.

Em wek Kongreya Civaka Demokratîk, 4’emîn salvegera Komkujiya Şengalê û zilma dermirovahî ya li ser jinên êzidî hat meşandin şermezar dikin. Em diyar dikin ku bi gelê xwe yê êzidî re em di nava têkoşîneke hevpar de ne.”