Li Idlibê komeke din a çeteyan hate avakirin

Komên çete yên girêdayî artêşa tirk a dagirker diyar kir ku wan komeke din li gundewarên Idilbê bi navê El-Cebha El-Weteniya ava kiriye.

Li Idlibê komeke din a çeteyan hate avakirin
2 tebax, 2018   09:18

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyan piştî civîn û lêkolînên bi sponseriya îstixbaratên Tirkiyeyê ku 2 hefteyan di navbera komên çete yên girêdayî artêşa tirk a dagirker li Idlibê dewam kir, hate ragihandin ku komeke din bi navê El-Cebhe El-Weteniya hate avakirin. Kom ji tevlêkirina El-Cebhe El-Weteniya, Cebhet Tehrîr Sûriye, lîwayên Siqûr El-Şam, Ceyş El-Ehrar û Tecemu Dîmeşq pêk tê.   

Di civînê de hate destnîşankirin ku dê herêmên Cebel El-Ekrad, Cisir El-Şixûr, El-Letmana û Raşîde di nava wan komên çeteyan de werin parvekirin.

Her wiha serçeteyê çeteyên Ceyş El-Ehrar Ebû Salih El-Tehan di daxuyaniyeke fermî de li ser navnîşana xwe ya Twitterê diyar kir ku mezintrîn komên çete li Idlibê di ‘laşekî’ de kom dibin. Ev yek piştî daxuyaniya dawîn a civîna Astanayê ku di 30-31’ê Tîrmehê de li Soçiyê ya Rûsyayê hate lidarxistin, pêk hat.

Tê zanîn ku Ebû Salih El-Tehan têkiliyên wî bi çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nûsra) re pir baş in. Her wiha heta dawiya sala 2017`an bi çeteyên Ceyş El-Ehrar ên di bin sîwana çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam de xebitî.

(bx/ew)  

ANHA