HPG'ê nasnameya 4 şehîdan eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapmeniyê ya HPG'ê nasnameya 4 gerîlayên destpêka meha Tîrmehê li herêma Kato Jîrka di şerê giran de şehîd bûn eşkere kir.

HPG'ê nasnameya 4 şehîdan eşkere kir
2 tebax, 2018   09:03

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, roja 1'ê Tîrmehê di şerê dijî artêşa Tirk de 4 gerîla şehîd bûne.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin:

"Artêşa TC a dagirker 1'ê Tîrmeha 2018'an li qada Sixurpaşa ya herêma Kato Jîrka ya Şirnexê dest bi operasyonê kir. Artêşa TC a dagirker di operasyonê de bi balafirên şer û helîkopterên êrîşê bomberdûmaneke giran li herêmê kir. Piştî bomberdûmanê, bi helîkopterên bi tîpa Skorsky leşker li herêmê hate danîn. Hevrêyên me Baran, Devrîm û Şoreş ên bi fermandariya Îrfan Dîrok li dijî yekîneyên dijmin bi lehengî şer kirin û şehîd bûn.

Nasnameyên şehîdan wiha ne:

Nasnav: Îrfan Dîrok

Nav paşnav: Akîf Tûran

Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn

Navê dayîkê: Hanim

Navê bavMehmet

Cih û dîroka şehadetê: 1'ê Tîrmeha 2018 / Şirnex

*********     

Nasnav: Baran Bilbesî

Nav paşnav: Bayram Hakseven

Cihê jidayikbûnê: Şirnex

Navê dayîkê: Ayşe

Navê bav: Abdulcelîl

Cih û dîroka şehadetê: 1'ê Tîrmeha 2018 / Şirnex

********

Nasnav: Devrîm Dogan

Nav paşnav: Ahmet Karaaslan

Cihê jidayikbûnê: Şirnex

Navê dayîkê: Safiye

Navê bav: Hacî

Cih û dîroka şehadetê: 1'ê Tîrmeha 2018 / Şirnex

********       

Nasnav: Şoreş Karer

Nav paşnav: Çavûş Abbaszade

Cihê jidayikbûnê: Selmas

Navê dayîkê: Baci

Navê bav:Kemal

Cih û dîroka şehadetê: 1'ê Tîrmeha 2018 / Şirnex