Mijar û babetên îro di rojnameyên erebî de

Moskovê gotûbêjên der barê hebûna Îranê di Sûriyeyê de bi encam kirin û hêzên Îranê 50 km ji sînorên Îsraîlê dûr xistin. Xwepêşandanên li Iraqê gur dibin û siyasetmedar bi avakirina bloka mezintirîn mijûl in. Li Yemenê çavkaniyan aşkera kir ku danûstandinên dema bê dê li Cinêvê bêne lidarxistin û Griffiths diyardeyên plana xwe radigihîne.

Mijar û babetên îro di rojnameyên erebî de
2 tebax, 2018   08:25

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro behsa nîqaşên di navbera Îsraîl û Rûsyayê de yên girêdayî hebûna Îranê di Sûriyeyê de kir. Her wiha behsa xwepêşandanên gel li başûrê Iraqê û hewldanên Griffiths ên çareserkirina aloziya Yemenê di rojevên rojnameyan de cih girt.

Moskov dûrxistina Îranê ji Colanê piştrast dike

Rojnameyên erebî girêdayî aloziya Sûriyeyê behsa gelek mijaran ki. Der barê rewşa li nêzî sînorên di navbera Sûriye û Îsraîlê de rojnameya Şerq El-Ewsat manşeteke xwe wiha bi nav kir: "Moskov piştrast dike ku Îran 85 km ji Colanê hatiye dûr xistin." Rojnameyê diyar kir ku li gorî şandeyê serokatiya Rûsyayê Aleksander Lavrentiyêv Moskov gotûbêjên girêdayî dosya hebûna Îranê li başûrê Sûriyeyê bi encam kirine û hevpeymana bi îraniyan re  ragihand ku tê pêkanîn û Îran 85 km hatiye da ku fermandariya Îsraîlê neyê kersandin.

Rojnameyê destnîşan kir ku piştî rojekê ji dilaramkirina Moskovê ji Til Evîvê re, Moskov gaveke din ber bi biencamkirina gotûbêjên girêdayî hêza Rûsyayê ya zexta li ser Îranê avêt da ku Îran ji hin herêmên Sûriyeyê vekişe.

Rûsya bi vegerandina UNDOF dilaram e, Îsraîl vekişandina Îranê bes nabîne

Rojnameya El-Heyat jî girêdayî heman mijarê manşeteke xwe wiha bi nav kir: "Rûsya ji bo vejandina UNDOF piştî vekişandina Tehranê ji başûr dilaram e". Rojnameyê diyar kir ku piştî çend saetan ji temamkirina serweriya rêjîma Sûriyeyê li ser deverên sînorê Colana dagirkirî, gotûbêjên di navbera Moskov û Til Evîvê de yên girêdayî hebûna leşkerî ya Îranê li Sûriyeyê dîsa derketin holê. Rûsya piştrast dike ku xeta bidawîkirina pevçûnan ya sala 1974'an û vegerandina UNDOF (United Nations Disengagement Observer Force) pêk hatiye û hêzên Îranê 85 km hatine dûrxistin. Lê Îsraîl tavilê got ku ev vekişandin têrê nake û got ku divê sîstema leşkerî ya Îranê li giştî herêmên Sûriyeyê were têkşikandin.

Hêzên rêjîmê êrîşî Hemayê dikin

Girêdayî mijareke din a Sûriyeyê rojnameya Şerq El-Ewsat nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Hêzên rêjîmê çalakiyeke leşkerî li parêzgeha Hemayê dest pê kir". Rojnameyê diyar kir ku hêzên rêjîmê ji bo hin deverên parêzgeha Hemayê ku ev çend sal in di bin serweriya tabûrên opozîsyonê de ne duh li dijî van deveran çalakiyeke leşkerî da destpêkirin.

Rojnameyê axaftina fermandarekî leşkerî yê girêdayî hêzên rêjîmê ji ajanseke nûçeyan a Almanyayê re ragihand ku hêzên rêjîma Sûriyeyê bi fûzeyan û topavêjan êrîşî bajarokê El-Letamnê ya gundewarê bakurê Hemayê kir û gelek alîkariyên leşkerî li gundewarê Hemayê heta bajarokê Xan Şêxûn belav kirine.

Blokên Iraqê derbasî şerê propagandeyê dibin

Girêdayî mijarên Iraqê rojnameya El-Ereb nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Nêzîkbûna aşkerakirina encamên hilbijartinên Iraqê şerê propagandayê ya girêdayî bloka mezintirîn derxist". Rojnameyê diyar kir ku partî û blokên siyasî yên Iraqê tevî rewşa aloz li welat û gurbûna xwepêşandanên gel li hemberî têkçûna rewşa civakî û belavbûna gendeliyê derfetekê ji xwe re dibînin ku şerê desthilatdariyê bikin.

Rojnameyê destnîşan kir ku diyar e siyasetmedarên Iraqê yên di pêşbirka wergirtina desthilatdariyê de ne, dijwarbûna peywira li benda wan di qonaxa dema bê de û rêbazên pêkanîna daxwazên gel paşguh kirine. Diyar e gel li hemberî vê rewşê ku ev 15 sal e tê ye, bê deng namîne. Di encamê de desthilatdariya li Iraqê dê bibe pizotek di destên desthilatdar de. Derfeta wergirtina bêtir destkeftiyên siyasî û madî tune ye.

Hêzên siyasî mercên El-Sedr şîrove nekirin

Rojnameya El-Heyat jî nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Li hemberî mercên El-Sedr li Bexdayê bêdengî heye û li başûr xwepêşandan bêtir dibin". Rojnameyê diyar kir ku li gorî hevrêziyên xwepêşandanên li bajarên başûrê Iraqê xwepêşandan dê berdewam bikin û hikumetê tewanbar dikin ku daxwazên wan pêk nîn e. Hêzên siyasî jî mercên ku serokê Hevbendiya "Saîron" Muqteda El-Sedr ya ji bo hilbijartina serokwezîr şîrove nekirin.

Hebûna Tirkiyeyê di hundirê Qeterê de çarçoveyeke din werdigire

Girêdayî mijareke din rojnameya El-Ereb nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Leşkerên tirk li Qeterê fêrî zimanê erebî dibin da ku nasnameya wê wergirin". Rojnameyê li gorî çavkaniyên taybet li paytexta Qeterê diyar kir ku çînên civakî û aborî li welat xemgîniyekê jiyan dikin ji ber ku zextên li ser welatê wan zêde dibin, nemaze piştî tecrîda siyasî ya 5'ê Hezîrana 2017'an û encamên ji ber wê derketine ku gefan li nasnameya Qeterê û paşeroja wê di mala dewletên kendavê de dixwe. Wezareta Parastinê ya Qeterê bidawîkirina dewreya fêrkirina zimanê erebî ji komeke leşkerên tirk ên di hundirê welat de ragihand.

Rojnameyê got ku hin çavkaniyan ragihand ku hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê di hundirê Qeterê de çarçoveyeke nû werdigire û xebateke beşdarkirina leşkerên tirk di nava tevna civakî ya Qeterê de tê meşandin û ev yek gelek pirsan der barê rola û peywira Tirkiyeyê ya leşkerî derdixe holê.

Destpêkirina dosyaya lihevhatinê dê di civîneke sêalî de li Qahîreyê were ragihandin

Girêdayî mijarên Filistînê rojnameya El-Quds El-Erebî nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Hevdîtina sêalî li Qahîreyê di navbera Fetih û Hemasê de bi çavdêriya Misrê ji bo ragihandina plansaziya pêkanîna lihevhatinê". Rojnameyê li gorî çavkaniyan ragihand ku rayedarên Misrê ku çavdêriya dosya lihevhatina Filistînê dikin ji ragihandina plansaziya pêkanîna lihevhatinê nêzîk bûne û helwestên Fetih û Hemas ji hev nêzîk kirine.

Griffiths hewl dide mehekê şer rawestîne

Girêdayî mijar û aloziya Yemenê rojnameya El-Ereb nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Plana Griffiths; agirbesta mehekê û danûstandinên li Cinêv". Rojnameyê ragihand ku çavkaniyên dîplomasî tîpên stûr ên plansaziya şandeyê navnetewî ji bo Yemenê Martin Griffiths ku pêşkêşî Konseya Ewlehiyê ya Navneteweyî kiriye, aşkera kirin.

Rojnameyê destnîşan kir ku çavkaniyan gotin ku Griffiths dê di civîna xwe ya bi Konseyê re daxwaza rawestandina çalakiyên leşkerî ji bo mehekê li Yemenê bike û dê bang li aliyên Yemenê bike da ku toreya danûtandinên nû li Cinvê dest pê bikin. Çavkaniyan diyar kir ku Griffiths tevgera xwe zêde kiriye da ku sîwaneke navnetewî û herêmî wergire û şer rawestîne da ku dest bi pêkanîna tedbîrên siyasî û mirovahî bike û rê li pêşiya danûstandinên di navbera hikumeta Yemenê û hûsiyan de vebike.