Li gundewarên Reqayê xebatên Mala Jinan

Mala Jinan a bajarokê Til El-Simin ê Reqayê, deriyek e ji jinên azadîxwaz re. Rojane bi dehan jin ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe û avakirina kesayeteke azad, zana û ji xwe bawer, serdana malê dikin.

Li gundewarên Reqayê xebatên Mala Jinan
Li gundewarên Reqayê xebatên Mala Jinan
Li gundewarên Reqayê xebatên Mala Jinan
Li gundewarên Reqayê xebatên Mala Jinan
2 tebax, 2018   08:06

SEMÎRE DAWOD/GIRÊ SPÎ

Piştî rizgarkirina bakurê gundewarên Reqayê ji çeteyên DAIŞ'ê jiyan hêdî hêdî vegeriya bajêr. Komîteya Jinan a Meclisa Sivîl a Reqayê di 1'ê Sibatê de li bajarokê Til El-Simin ê bakurê Reqayê, Mala Jinan vekir. Mal bi armanca vegerandina hemû mafên jinan ku di dema DAIŞ'ê de ji destê wan hatibûn birin û her wiha ji bo çareserkirina pirsgirêkên wan hate vekirin.

Rojane bi dehan jinên herêmê serdana Mala Jinan a bajarokê Til El-Simin dikin. Mal ji 3 beşan pêk tê û di her sê beşan de 5 endamên jin kar dikin.

Endamên malê bi hev re dixebitin û hemû doz û pirsgirêkên jinan ku pêşkêşî wan hatine kirin, çareseriyeke guncaw ji bo afirandina jiyaneke hevpar di navbera her du zayendan de dûrî pirsgirêk û azaran dibînin.

Mala Jinan ji destpêka avakirina wê ve bi dehan doz çareser kirine. Dozên ku bi rêya Mala Jinan nehatine çareserkirin ji Meclisa Sivîl a Reqayê re tên veguhastin.

Endama rêveber a Mala Jinan Wezîre Mihemed tekez kir ku wan ji bo piştgiriya jinan di hemû aliyên parastin, alîkarî, perwerdeyê xebatan dimeşînin.

Her wiha Wezîre destnîşan kir ku jinên herêmê ji ber rewşa dijwar ku tê re derbas bûne û ji ber qanûnên DAIŞ'ê, jinên bi kesayeteke lawaz ku nikarin mafên xwe bistînin, afirandin. Ji ber wê Mala Jinan a Til El-Simin ji bi bo alîkariya jinan û fêrkirina wan, ji bo pêkanîna debara xwe bi xwe di aliyê aborî de, dixebite. 

Ruxmî derfetên kêm Mala Jinan a bajarokê Til El-Simin bi erkên xwe radibe û cihekî xwe yê bilind di nav jinên herêmê de girtiye.

(şx/ew)

ANHA