Malên şêniyên dikirin zindanên jinên êzidî

Di dema ku çeteyên DAIŞ`ê bajarê Reqayê dagir kir, piştî ku welatî ji malên wan derxistin, malên wan wek girtîgehên veşartî û bi taybet ji bo jinên êzidî yên revandî bi kar dianîn.

Malên şêniyên dikirin zindanên jinên êzidî
Malên şêniyên dikirin zindanên jinên êzidî
Malên şêniyên dikirin zindanên jinên êzidî
Malên şêniyên dikirin zindanên jinên êzidî
2 tebax, 2018   08:02

EMAR EL-XELEF / REQA

Dema ku çeteyên DAIŞ`ê bajarê Reqayê dagir kir, malên welatiyan û bi taybet ên dûrî bajar wek girtîgeh bi kar dianîn da ku kiriyarên hovane pêk bînin. Yek ji wan malan mala welatiyê bi navê Mezlûh El-Îbrahîm ê ji gundê Şêx El-Cûma yê gundewarên başûrê bajarê Reqayê ye.

Mala wî bi dûrbûna ji çavan û darên tê de dihat naskirin. Ji ber wê çeteyan wek girtîgeha jinên êzidî yên ku di sala 2014`an de di komkujiya Şengalê de hatin revandin, bi kar dianîn. Her wiha çeteyan derfet nedidan cotkaran da ku zeviyên xwe biçînin.

Li gorî şêniyên herêmê çeteyan di girtîgehê de îşkeceyên psîkolojîk û fizîkî li jinan dikirin. Jinan jî gelek caran hewl dida birevin lê hewldanên wan ji ber parastina ku çeteyan li ser wan dikir, vala derdiketin.

Şêniyan tekez kir ku çeteyan li ber çavê şêniyan welatî dikuştin û bi dar ve dikirin. Her wiha kesên guman li ser hebûn ku alîkariya jinên êzidî dike, mal û milkên wan dihatin talankirin. Li gorî şêniyên herêmê carekê ciwanekî bi temenê 19 salî xwest alîkariya jinan bike lê çeteyan ew dît û li ber çavên şêniyên herêmê ew kuşt.

Şahîd li ser girtîgehê diaxivin

Welatiyê bi navê Xemîs El-Îbrahîm diyar kir ku çeteyan malên sivîlan ji wan distandin û wek baregehên leşkerî bi kar dianîn û ew bi sûcên ku dan û standina wan bi rêjîma Sûriyeyê û komên çekdar re heye yan jî QSD`ê re tawanbar dikirin.

Welatiyê bi navê Abdulezîz El-Şelaş destnîşan kir ku çeteyan dibistanên bajêr kiribûn sûk (bi navê sûka koleyan). Çeteyan jin ji wê malê dianîn û li sûkê difirotin.

Gelek dibistan bûbûn sûkên firotina jinan

Li gorî şêniyên Reqayê çeteyan Dibistana Sekîna ya taybet bi keçan û Bibistana Belqîs kiribûn sûkên firotina jinan.

Şêniyan tekez kir ku çeteyan bi taybet jin difirotin çeteyên biyanî. Piştî ku pêngava Bagera Cizîrê ji aliyê şervanên QSD`ê ve hate destpêkirin, çeteyan girtîgehên xwe kirin navendên leşkerî. Paşê ji aliyê şervanên QSD`ê û derbeyên koalîsyonê ve hatin hedefgirtin.

(bx/ew)

ANHA