Debara xwe bi xwe kirin û buhabûna sûkê kêm kirin

Piştî ku şêniyên Tirbespiyê pêdiviyên xwe wekî sebze, goşt û berhemên şîr xwe bi xwe bi cih anîn, sûkên navçeyê geş bûn û buhayên madeyan kêm bûn.

Debara xwe bi xwe kirin û buhabûna sûkê kêm kirin
Debara xwe bi xwe kirin û buhabûna sûkê kêm kirin
Debara xwe bi xwe kirin û buhabûna sûkê kêm kirin
Debara xwe bi xwe kirin û buhabûna sûkê kêm kirin
2 tebax, 2018   07:58

RÊNAS REMO-KADAR IBRAHÎM/QAMIŞLO

Şêniyên navçeya Tirbespiyê ya kantona Cizîrê li Bakurê Sûriyeyê di destpêka vê salê de zeviyên sebze; wekî bacanên sor, îsot, bacanên reş, bextenîz, milûxiyê û zebeş li derdora navçe û gundên girêdayî wê çandin.

Şêniyan 8 hezar û 280 donim zeviyên sebzeyan çandin. Her wiha darên berhemdar wekî tirî, hinar, zerdelî û zeytûn jî hatin çandin.

Li gel çandina zeviyan şêniyan 4 çewlikên mirîşkan (medcene) ji bo bicihanîna pêwîstiyên navçeyê ji goşt û hêkan vekirin û her wiha 10 xaneyên pez û çêlekan vekirin.

Ev gavên ku şêniyên navçeyê pê rabûne, ji bo peydakirina pêdiviyên şêniyan ên rojane alîkar bûn û her wiha buhabûn jî kêm kir.

Nezîr Osman xwediyê dikana sebze û fêkiyan li navçeya Tirbespiyê tekez kir ku buhabûn li gorî sala par gelekî kêm bûye û piraniya pêdiviyên şêniyan li sûkê peyda dibin.

Osman sedema vê gavê wiha xuya kir: "Buha daketine nîvê. Kîloya xiyar û bacana sor li sûkê bi 50 lîre û kîloye îsotan 100 lîreyên Sûriyeyê tên firotin.”

Xalid Serhan xwediyê dikana goştê mirîşkan, destnîşan kir ku nirxa goşt nîvenîv daketiy û wiha got: "Kîloya mirîşkan bi 675 lîreyan tê frotin. Sala borî buhayê kîloya mirîşkan gihaştibû 1400 lîreyên Sûriyeyê.”

Welatiyê bi navê Casim Meter jî wiha got: "Piştî Şoreşa Rojava-Bakurê Sûriyeyê herêm hat dorpêçkirin û hemû derî hatin girtin. Ji ber wê şênî ji bo peydakirina pêdiviyên xwe zevî çandin û çewlikên mirîşkan û xanên pez û çêlekan vekirin."

Her wiha Casim diyar kir ku ji ber vê gavê nirxên sûkê kêm bûn û li gorî piraniya şêniyan in.

(şx/ew)

ANHA