Bi zêdebûna hejmara şêniyan re hejmara komînan jî zêde dibin

Bi vegera şêniyên taxa Şêxmeqsûd li warê xwe, hejmara komînan jî zêde dibin. Di civînekê de komîna "Şehîd Zinar" hate avakirin.

Bi zêdebûna hejmara şêniyan re hejmara komînan jî zêde dibin
Bi zêdebûna hejmara şêniyan re hejmara komînan jî zêde dibin
Bi zêdebûna hejmara şêniyan re hejmara komînan jî zêde dibin
Bi zêdebûna hejmara şêniyan re hejmara komînan jî zêde dibin
Bi zêdebûna hejmara şêniyan re hejmara komînan jî zêde dibin
Bi zêdebûna hejmara şêniyan re hejmara komînan jî zêde dibin
1 tebax, 2018   19:32

HELEB

Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê, bi zêdebûna hejmara şêniyên vedigerin taxê re hejmara komînan jî zêde dibin.

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi mebesta komîna Şehîd Gelhat dabeşî du komîna bike civînek bi amadebûna sedan kesî hate li dar xist.

Di civînê de Rêveberê TEV-DEM‘ê Sebirî Efrînê axivî û bal kişand li ser beşdarbûna şêniyan di nava xebatên rêxistinkirina taxê û destnîşan kir ku ewlehiya li taxê pêk hatiye, berhemenê keda şehîdan e.

Di civînê de hevserokên û endamên komîteyên herdu komînan "Şehîd Gelhat û Şehîd Zinar" hatin hilbijartin.

Azriya Ebdo û Sebirî Mecîd wekî hevserokên komîna Şehîd Zinar hatin hilbijartin, her wiha komîteyên "Lihevanîn, parastin, xizmetguzarî, perwerde, aborî û tenduristî" hatin avakirin, di her komînekê de 4 endam hene.

Civîn bi berizkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

ANHA