Bi pêşengtiya jin parka "Star" hate vekirin

Rêxistina Kongreya Star a navçeya Tirbespiyê bi merasîmekê parka "Star" vekirin.

Bi pêşengtiya jin parka "Star" hate vekirin
Bi pêşengtiya jin parka "Star" hate vekirin
Bi pêşengtiya jin parka "Star" hate vekirin
Bi pêşengtiya jin parka "Star" hate vekirin
Bi pêşengtiya jin parka "Star" hate vekirin
Bi pêşengtiya jin parka "Star" hate vekirin
Bi pêşengtiya jin parka "Star" hate vekirin
Bi pêşengtiya jin parka "Star" hate vekirin
1 tebax, 2018   18:52

QAMIŞLO

Rêxistina Kongreya Star a navçeya Tirbespiyê ya katona Qamişlo, parka "Star" bi merasîmekê vekir. Di merasîmê de bi dehan jin amade bûn.

Park ji aliyê dayika şehîd Semok Tirbespiyê û Gîlan Herdem, Zeyneb Mûrad ve hate vekirin.

Dayîka herdu şehîdan got: "Em dibînin, hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyê, Kurd, Ereb û Suryan gavên mezin ber bi avakirina civakeke demokratîk ve di avêjin."

Rêvebera Kongreya Star Welîda Bûtî jî axivî û destnîşan kir ku jinên Rojava serkeftinên mezin bi destxistine û hemû jinên cîhanê re bûne mînak.

Piştî axaftinan, Koman Şehîd Xebat a girêdayî navenda Çand û Hunera Tirbespiyê stran û dîlan pêşkêşkirin.

ANHA