ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02-08-2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02-08-2018
2 tebax, 2018   04:00

- Qonaxa duyemîn a Pêngava Bagera Cizîrê ya ku QSD‘ê bi armanca rizgarkirina gundewarên Dêrazorê ji çeteyê DAIŞ'ê  daye destpêkirin wê were şopandin.

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê wê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê wê werin şopandin.

- Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk bi boneya bi dawîbûna sala perwerdeyê, li gelek deverên herêma Şehbayê û navçeya Şêrawayê şahiyan li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li navçeya Çelebiyê ya kantona Kobanê ji bo şervanê YPG‘ê Mervan Kobanê taziye tê dayîn. Saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rêxistina Kongreya Star a herêma Firatê bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşekê li dar dixe, meş ji qada Jina Azad dest pê dike. Saet 18:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Partiya Sûriyeya Pêşerojê buroya xwe li bajarê Qamişlo vedike. Saet 18:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Bi dirûşma "Bi Jinelojiyaya azadî û bedew ber bi heqîqeta hevjiyana azad ve" Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk yekemîn kongreya (KPCD-Jin) di 3-4 'ê Tebaxê de li bajarê Qamişlo lidar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Bi mebesta sporê û pêşxistina têkiliyên civakî yên jinan, jinên bajarê Qamişlo berê xwe didin guliba taybet bi wan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Di dema ku çeteyên DAIŞ‘ê bajarê Reqayê dagirkiribûn de, malên sivîlan kiribûn girîgehên taybet ên jinên Êzidî. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Mala Jin a bajaroka Til Semin a dikeve bakurê bajarê Reqayê meqseda jinên bajarokê ye, li gel ku hewl dide kesayeta jina azad ava bike, pirsgirêkên wan çareser dike.(BI WÊNE Û DÎMEN)

CÎHAN

- Niştecihên herêrma Xan Ehemer a 10 km dikeve rojhilatê bajarê Qudisê, li ser riya Erîhayê rastî koçberkirinê ji aliyê desthilatdariya Îsraîlê ve tên. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

- Çalakiyên Pêngava Duyemîn a "Serî Hilde" ku ji aliyê ciwanên Rojava û Bakurê Sûriyeyê yên ve bi armanca şermezarkirina dagirkeriya Tirkiyê û îxaneta PDK‘ hatiye destpêkirin li deriyê Sêmalkayê didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Serokê Partiya Sûriyeyê Pêşerojê Îbrahîm El-Qeftan got: Em nikarin encamên hevdîtinên MSD û rêjîma Sûriyeyê nas bikin beriya ku raporên komîteyê derkevin. Qeftan anî ziman ku peywira komîteyan sîstema Rêveberiya Xweser a Rojava û Bakurê Sûriyeyê, her wiha pergala rêveberiya herêmî ya rêjîma Sûriyê ku ji 107 bendan pêk tê, her wiha mekanîzmeya pêkanîna ne navendîbûyî nas bike.(BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Nivîskar û Akademîsyenê ji Suweydayê Dr. Mûhîb Salha anî ziman ku di her demekê ku Tirkiyê û Rûsyê li hev dikin gelê Sûriyê fatoryê lihevkirinên wan didin û got: "Di mijara Idlibê de Tirkiyê têkiliyên xwe bi Rûsiyeyê re ji bo gelê Sûriyeyê xirab nake." (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Civaka Êzidî  di pêvajoyên dîrokê de gelek êş û azar, wêranî û koçberî jiyan kir, êşa herî dawî jî ew fermana dawî bû, ku hemû aliyan ixanet li wan kir. Li hember vê fermanê tenê du rê li pêşiya civaka Êzidî mabûn, an dê weke ol û civak û çand û ax tune bibin û koçber bibin, an jî dê liber xwe bidin û di doza xwe ya dîrokî de guhrîneke bingehîn pêk bînin. Ji van herdû bijarteyan, Êzidiyên ku ber bi tunebûnê ve diçûn, ji bo vîn û rûmeta xwe rêya berxwedanê hilbijartin, wê çaxê gelê Êzidî  ji çiyayên xwe yên pîroz şoreş ragihandin da ku çarenûsa xwe diyar bikin. (BI WÊNE)

CIVAK Û JIYAN

- Li herêma Tebqayê, ji ber kurmê loz çinîna pembo ji sedî 70 telef bûye, li gel wê dermanan rewşê xirabtirdike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Piştî ku şêniyên navçeya Tirbespiyê pêdiviyên xwe weke sebze, goşt û berhemên şîr xwe bi xwe bi cih anîn, sûkên navçeyê geşbûn û buhaya madeyan kêm bûn.(BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên gundên Til Lehem û Um El-Rûs ên Til Hemîsê ji ber Edîba Remedan Mihemed a 85 salî zehmetiyên qutbûna avê dikişîne. Edîba avê ji bîrek bi satilan dighîne mala xwe. (BI WÊNE Û DÎMENE).

- Ji ber tunebûna derman û alavên tendrûstiyê zêdetirî 40 Efrîniyên ku niha li Kantona Şehbayê dimîni bi nexweşiya îltîhaba kezebê ( Hepatitis) re rû bi rû ne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA