Çalakiyên hefteya çandê îro li Ehrisê bû

Çalakiyên hefteya çandê ya ku ji aliyê Tevgera Kevana Zêrîn a Kantona Efrînê ve hatiye organîzekirin di roja duyemîn de didome. Di çaroveyê de şahiyek li navçeya Ehrisê bi amabûna bi sedan kesî ve hate lidarxistin.

Çalakiyên hefteya çandê îro li Ehrisê bû
Çalakiyên hefteya çandê îro li Ehrisê bû
Çalakiyên hefteya çandê îro li Ehrisê bû
Çalakiyên hefteya çandê îro li Ehrisê bû
Çalakiyên hefteya çandê îro li Ehrisê bû
31 tîrmeh, 2018   18:10

ŞEHBA

Tevgera Kevana Zêrîn a Kantona Efrînê di çarçoveya çalakiyên hefteya çandê ku li kantona Şehbayê û navçeya Şêrawa ya Efrînê de daye organîzekirin de şahiyek li navçeya Ehrisê ya kantona Şehbayê li dar xist.

Cihê şahiyê bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, al û sembolên şorşea Bakurê Sûriyê û alavên kevin hatibûn xemilandin.

Piştî rêzgirtinê, Rêveber Tevgera Kevana Zêrîn Rûmet Beko axivî û anî ziman ku çalakî wekî bersivdayîna binpêkirinên dagirkeran ên li dijî çanda gelê herêmê û tekezî li ser girêdana bi çanda gelê Efrînê ve tê organîzekirin.

Piştre jî, Koma Şehîd Silava ya Stranan, li gel dengê def û zirniyê stranên ji kevneşopiya Efrînê û yên şoreşgerî û Koma Viyan Soran dîlan pêşkêş kirin.

Di şahiyê de, şanoya bi navê "Dil û Mejî"  û stranên şoreşgerî yên koma "Serdem" a zarokan hate pêşkêşkirin.

Şahî bi xelekên dîlanan li gel stranên şoreşgerî bi dawî bû.

ANHA