Sozan Ebbas... bi hunera xwe çanda gelên herêmê nîşan dide

Di biçûkahiya xwe de fêrî nîgarkirin û neqşkirinê bûye. Her wiha parçeyên dîrokî berhev dike. Piştî şoreşa Rojava-Bakurê Sûriyeyê tev li Saziya Zimanê Kurdî bû. Armanc dike ku muzexaneyekê ava bike û hemû berhemên çanda gelê kurd û hemû gelên herêmê tê de pêşkêş bike.

30 tîrmeh, 2018   07:30

RÊNAS REMO-KADAR IBRAHÎM/QAMIŞLO

Sozan Sirac El-Ebbas ya 26 salî ji şêniyên navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo ya kantona Cizîrê ye. Ji biçûkhiya xwe ve ji çanda kurdî hez kir û malbata wê roleke mezin di pêşxistina kesayeta wê de lîstiye. Malbata Sozanê bi çanda kurdî re pir eleqedar e û berhemên dîrokî berhev dike.

Sozan piştî ku pirtûkek li ser gelê çanda kurd û dîroka wê ya kevnar xwend. Bi çande kurdî ve hat girêdan û ji biçûkahiya xwe ve dest bi nîgarkirinê û nexşekirinê kir. ji ber hezkirina wê ji vê pîşeyê re tevlî paymengeha amadekirina mamosteyan a bajarê Hesekê li Kantona Cizîrê beşa nîgariyê bû.

Sozan di sala 2010'an de ji paymengehê derçû. Di dibistana Mecdel El-Şems a navçeyê de wek mamosteya nîgariyê hat erkdarkirin. Piştî şoreşa Rojava-Bakurê Sûriyeyê Sozan tev li Saziya Zimanê Kurdî bû û rê li ber wê hat vekirin. Sozan yekemîn pêşangeha xwe li herêmê di sala 2015'an de li Peymangeha Şehîd Hessan a amadekirina mamosteyên zimanê kurdî û erebî vekir. Di pêşangehê de Sozan amûr û alavên çanda herêmê pêşkêş kirin û her wiha li ser asta navçeyê ew pêşangeha yekemîn bû.

Sozan niha li ser kevir xêz dike û li ser caw neqşe dike. Bi rêya karên xwe Sozan hewl dide çand û mîrata herêmê û berxwedana gelê Rojava-Bakurê Sûriyeyê xuya bike. Her wiha Sozan avreşînkek li qada Peymangeha Şehîd Hessan çêkir û gelek tabloyên ku dîroka jinên kurd û têkoşîna wê xuya dikin xêz kir û li dîwarên dibistanên gundên Til Şeîr, Til Cihan û Rûtan daliqandin.

Tevî pêşangehên ku Sozanê pêşkêş kirine, gelek pêşangeh li Akademiya Şehîd Yekta Herekol ya çand û hunerê li navçeyê pêşkêş kirin. Niha Sozan armanc dike ku muzexaneyekê ku hemû peykerên nîşaneyên têkoşîn, dîrok û çanda gelê kurd û gelên herêmê vedihewîne, ava bike.

 (şx/ew)

ANHA