Eladîn Xalid: Ji diyaloga giştî û niştimanî re erê

Serokê baskê herêma Şehbayê ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Eladîn Xalid destpêkirina diyaloga siyasî ya niştimanî silav kir û got ku divê hemû aliyên Sûriyeyê li ser heman maseyê bicivin, ji ber ku çareserkirina hemû nakokiyên Sûriyeyê bi diyalogê pêk tê.

Eladîn Xalid: Ji diyaloga giştî û niştimanî re erê
30 tîrmeh, 2018   04:20

ARIF SILÊMAN / ŞEHBA

Girêdayî helwestên der barê hevdîtinên Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û hikumeta Sûriyeyê de, serokê baskê herêma Şehbayê ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê parêzer Eladîn Xalid ji ajansa me ANHA'yê re axivî.

Xalid destnîşan kir ku ev hevdîtinên di navbera MSD'ê û hikumeta Sûriyeyê de ne ji nişka ve bû û beriya wê gelek serdan û parvekirina nêrînan pêk hatine.

Xalid got ku wek Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê ji dema hatiye damezirandin ve ew banga diyaloga giştî û aştiyane dikin ji ber ku ew çareseriya bingehîn e û wiha anî ziman: "Cihê terorê li ser axa Sûriyeyê tune ye û divê şer jî di Sûriyeyê de bi dawî bibe."

Xalid da zanîn ku ew li dijî terorê xebitîne û helwesta wan heman helwesta partiyên demokratîk e ku baweriyê bi çareseriya siyasî û aştiyane dikin û wiha domand: "Ji ber şer Sûriye hate hilweşandin û welatiyên wê şerpeze bûn. Em amade ne bi hemû aliyên Sûriyeyê re bicivin û hevgirtina hemû pêkhateyên Sûriyeyê biparêzin."

Xalid destnîşan kir ku tecrubeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Bakurê Sûriyeyê mînaka demokrasî û piralîbûnê ye û di vê rêveberiyê de hemû pêkhateyên Sûriyeyê beşdar in û divê hemû aliyên Sûriyeyê li  ser heman maseyê bicivin, nakokiyên di navbera aliyan de bi rêbazên aştiyane çareser bikin.

Girêdayî hevdîtinên MSD'ê li Şamê Xalid wiha got: “Ev civîn dê kevirkoşeya danûstandinan bi cih bikin û dê komîteyên ji bo danûstandinan ava bikin.”

Serokê baskê herêma Şehbayê ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Eladîn Xalid di dawiya axaftina xwe de hevdîtinên MSD'ê bi hikumeta Sûriyeyê re silav kirin û hêvî kir ku çareseriyeke siyasî û aştiyane were pêkanîn û Sûriyeyeke demokratîk, piralî û nenavendî were avakirin.

ANHA