Mijarên sereke yên hefteya derbasbûyî yên rojnameyên erebî

Rojnameyên Erebî di hefteya derbasbûyî de, bal kişandin ku Rûsya û Îsraîlê der barê Sûriyeyê de lihev nekirin, her wiha têkildarî serdana MSD‘ê ya ji bo Şamê destnîşan kir ku MSD hewl dide helwesta Şamê werbigire. Hin rojnameyan destnîşan kirin ku xwepêşandanên Iraqê gefan li paşeroja siyasî ya Ebadî dixwin û li Yemenê jî Griffiths hewl dide danûsantinên Yemenê bide destpêkirin.

Mijarên sereke yên hefteya derbasbûyî yên rojnameyên erebî
29 tîrmeh, 2018   04:20

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên Erebî di hefteya derbasbûyî de, behsa serdana şandeya MSD‘ê ya Şamê, êrîşên xwekujî yên li dijî bajarê Siwêda ya Sûriyeyê kirin, her wiha bal kişandin ser xwepêşandanên li Iraqê û bandora wan li ser Ebadî û hewldanên Griffith a jinûve destpêkirina danûstandinên aştiyê li Yemenê.

Rûsya û Îsraîlê der barê Sûriyeyê de lihev nekirin

Rojnameya El-Heyat jî nivîseke xwe wiha bi nav kir "Îsraîl xetên xwe yên sor bi xistina balefireke Sîxoy diçespîne". Rojnameya El-Ereb jî wiha got: "tunebûna hevpeymaneke girêdayî hebûna Îranê di Sûriyeyê de rewşa başûr aloztir dike". Rojnameyê diyar kir ku li nêzî sînorên di navbea Sûriye û Colana Dagirkirî de alozî dijwartir dibe û metirsiya derketina dijberiyeke rasterast di navbera herdu aliyan de derbikeve, nemaze piştî ku Rûsya û Îsraîlê derbarê dosya Sûriyeyê de nikaribûn li hev bikin û bi taybet girêdayî hebûna Îranê ku Îsraîl weke xeteke sor bi nav dike.

Rojnameyan bal kişandin ser aloziya li başûrê Sûriyeyê, rojnameya Şerq El-Ewsat manşêteke xwe wiha bi nav kir "Şam û Til Evîv hevpeymana bidawîkirina pevçûnan tecrûbe dikin". Rojnameyê diyar kir ku Til Evîv ragihand ku artêşa Îsraîlê balefireke Sûriyeyê bi fûzeyeke patiryot duh xistiye xarê piştî ku sînorê hevpeymanê li Colanê derbas kir.

Di vê derbarê de rojnameya El-Şerq El-Ewsat sernavê "Îsraîl jî bi Rûsyayê re cihê xwe di bombebarana baregehên DAIŞ'ê yên li Colanê de digire" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku Wezareta Parastinê ya Rûsyayê duh ragihand ku Îsraîl di tunekirina bi dehan çekdarên DAIŞ'ê de bi ser ket.

Girêdayî mijareke din rojnameya El-Ereb nivîseke xwe wiha bi nav kir "Tirkiye ji ber çarenûsa Idlibê piştî Deraa û Quneytera xemgîn e". Rojnameyê diyar kir ku Tirkiye ji ber geşedanênd dawî di dosya Sûriyeyê de xemgîn e û tevliheviyê jiyan dike. Daxuyaniyên serokê Tiriyeyê Receb Tayîp Erdogan tevliheviya li Tirkiyeyê piştrast dike.

Li Siwêda êrîşên xwîndar

Rojnameyên Erebî mijara êrîşên li ser Siwêdayê girtin dest, Rojnameya El-Heyat manşêteke xwe wiha bi nav ki "Piştî êrîşa DAIŞ'ê Siwêda çarşemeke reş derbas kir". Rojnameya Şerq El-Ewsat jî wiha got: "komkujiya DAIŞ'ê li dijî Siwêda ya bêalî pêk hat". Rojnameyê diyar kir ku li parêzgeha Siwêda ku piraniya niştecihên wê ji pêkhateya Dirzî ne, bi sedan welatiyên sivîl û leşkerên herêmî yên bajêr di encama êrîşeke xwekuj a çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dan. Pêzgeha Siwêda ku bi helwesta xwe ya bêalî tê nasîn û rûspiyên wê qebûl nekirin ku ciwanên wan di nava hêzên rêjîma Sûriyeyê de beşdarî şerê Sûriyeyê bibin.

Ji bo vegera koçberan komîteya sêalî hate avakirin

Rojnameya El-Şerq El-Ewsat jî der barê rewşa Sûriyeyê de sernavê "Komîteyeke sêalî ku ji Lubnan, Sûriyeyê û Rûsyayê pêk tê, ji bo vegera koçberan hate avakirin" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku mijara vegera koçberan dê yek ji mijarên sereke yên civîna wan aliyan be û wiha dom kir: "Fermandarên siyasî û ewlekarî der barê vê dosyayê de seferber bûn da ku mijara vegera koçberan bi şandeyên siyasî, dîplomasî û leşkerî yên Rûsyayê ku duh gihaştin paytexta Lubnan Beyrûtê re nîqaş bikin."

Washington beşdarî tûra 10'emîn a civînên Astanayê nabe

Girêdayî mijareke din a Sûriyeyê rojnameya El-Heyat manşeteke xwe wiha bi nav kir: "Washington beşdarbûna xwe ya tûra 10'emîn a Astana red dike û opozîsyon ji ber hewldana girtina dosyaya girtiyan gilî dike". Rojnameyê diyar kir ku piştî ragihandina Moskovê ya lidarxistina 10'emîn civîna Astanayê ku dê girîngiyeke taybet bide dozên mirovî di Sûriyeyê de û vegera koçberan, Washingtonê tekez kir ku ew bi nasnameyeke fermî beşdarî civînê nabe. Rayedarekî opozîsyonê diyar kir ku divê Rûsya "rêjîma desthilatdar ji nû ve ava bike" û cîhan bi hewldanên Kiremlînê yên vegerandina koçberan û paşguhkirina rola "sûcdar" a rêjîma Sûriyeyê nayê xapandin.

MSD hewl dide helwesta Şamê werbigire

Rojnameyên erebî behsa mijar û aloziya Sûriyeyê û gelek mijarên din kir û bal kişand ser danûstandinên di navbera şandeya MSD'ê û rêjîma Sûriyeyê de. Rojnameya Şerq El-Ewsat manşeteke xwe wiha bi nav kir: "Şandeya kurdî hewl dide helwesta Şamê werbigire: Xizmetguzarî beriya dergehên sînorî". Rojnameyê xebatên gera şandeya MSD’ê baskê siyasî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk a kurdî-erebî ku alîkariya xwe ji Washingtonê werdigire li bajarê Şamê aşkera kir û ragihand ku di navbera wê û Şamê de nakokiya mijarên sereke derketine, hikumet dixwaze serweriya xwe li ser dergehên sînorî ferz bike û hêzên ewlehiyê bişîne rojhilatê Firatê û aliyê din jî xwest xizmetguzarî di destpêkê de pêk were û hevkarî qonaxî be.

Xwepêşandan paşeroja danûstandinên ji bo avakirina hikûmeta Iraqê hildiweşîne

Girêdayî mijar û aloziya Iraqê rojnameya El-Heyat nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Pîvanên nû ji bo danûstandinên avakirina hikûmeta Iraqê". Rojnameya El-Ereb jî wiha got: "danûstandinên avakirina hikûmeta nû bi xwepêşandanan hate pêçan". Rojnameyê li ser navê hin siyasetmedarên Iraqê wiha got: "tevgera xwepêşandanên li dijî gendeliyê û lawazbûna xebatên xizmetguzariyê, paşeroja danûstandinên siyasî yên girêdayî avakirina hikûmeta nû li hemberî hilweşandinê rû bi rû dihêle. Her wiha destnîşan kirin ku astengiyên li pêşiya peywendiya di navbera aliyan de hişt ku xebatên avakirina hikûmetê hema were rasestandin. Xwepêşandanên Iraqê gefan li paşeroja siyasî ya Ebadî dixwin

Rojnameya El-Qudis El-Erebî jî nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Xwepêşandanên Iraqê gefan li paşeroja siyasî ya Ebadî dixwin.. dibe ku destkeftiyên xwe yên di hilbijartinan de winda bike". Rojnameyê diyar kirin hin alî rast dibînin û hin alî jî weke komplo dibînin, lê piştrast e ku xwepêşandanên van demên dawî dê bandorê li paşeroja siyasî ya serokwezîrê ku wîlayeta wî bi dawî bûye Heyder Ebadî bike.

Girêdayî heman mijarê rojnameya El-Heyat jî nivîseke xwe wiha bi nav kir "Hevbendiyên hikûmî beriya ragihandina encamên hilbijartinan tune ne". Rojnameyê diyar kir ku li gorî çavkaniyên siyasî yên Iraqê danûstandinên di navbera hêz û hevbendiyên siyasî de berdewam in da ku hikumeta nû ava bikin û da zanîn ku di nava wan de navên serokwezîr û pêkhatebûna wezaretan hene. Rayedarên "Hevbendiya El-Fetih" ya bi serokatiya Hadî El-Amirî, Kerîm El-Nûrî got ku danûstandinên di navbera blokên siyasî de hê jî berdewam in, lê beriya ragihandina encamên hilbijartinan tu hevbendî pêk nayên.

Rojnameyê di berdewama nivîsa xwe de destnîşan kir ku El-Nûrî gotiye ku El-Fetih hewl dide blokeke herî mezin ji hemû pêkhateyan ava bike û dê 3 yan 5 navan da ku serokatiya hikumetê bikin, pêşniyar bike û hilbijartina wan ji parlemanê re bihêle.

Belavbûna li El-Hudeyda li rex nêzîkbûna dawiya muhleta Griffith

Rojnameya El-Ereb jî girêdayî mijarên Yemenê nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Belavbûna li El-Hudeyda li ser gumana têkçûna peywira Griffith" rojnameyê diyar kir ku çavkaniyên siyasî yên Yemenê guman dikin ku çalakiyên leşkerî li berava rojava ji nû ve destpê bikin piştî ku muhleta Martin Griffith ya birazîkirina Hosiyan bidawî dibe. Çavkaniyan dane zanîn ku belavbûna leşkerî ya girêdayî Koalîsyona Erebî li bajarê El-Hudeyda zêde dibe.

Griffiths hewl dide danûsantinên Yemenê bide destpêkirin

Girêdayî mijar û aloziya Yemenê rojnameya Şerq El-Ewsat nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Griffiths roja pêncşemê ji bo destpêkirina şêwirên Yemenê ragihand". Rojnameyê diyar kir ku şandeyê Neteweyên Yekbûyî li Yemenê Martin Griffiths hewl dide danûstandinên lihevkirina Yemenê dest pê bike. Çavkaniyekî ragihand ku Griffiths piştî ku bi serokê hûsiyan Ebdilmelêk El-Hûsî re civiya, ji Senhayê derket û erêkirina hûsiyan ji bo destpêkirina şêwirmendan wergirt, bêyî ku behsa plana El-Hudeyda ya pêşniyarkirî bike.

Îsraîl beşekî ambargoyê ji ser Xaza radike

Girêdayî mijarên Filistînê rojnameya El-Qudis El-Erebî nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Lieberman biryara rakirina beşekî ambargoyê ji ser Xaza da û Mladenov gihîşt Xaza da ku aramiyê biparêze". Rojnameyê destnîşan kir ku rayedarên Îsraîlê rê li pêşiya derbasbûna sotemenî û gaza çêkirina xwarinê vekir, piştî ku nêzî du hefteyan ambargo li ser Xazayê hate ferzkirin û di encamê de rewşa mirovahî li Xazayê gelekî xirab bû.

Fetih girêdayî lihevhatinê bersiva xwe dide û hevdîtina bi Hemasê re red dike

Girêdayî mijarên Filistînê rojnameya Şerq El-Ewsat nivîseke xwe wiha bi nav kir: "El-Fetih destwerdana di doza tedbîrên li dijî Gaza de red dike û leşkertiya Hemas nas nake". Rojnameyê li ser navê Endamê Komîteya Navendî ya Tevgera El-Fetih Ezam El-Ehmed got ku wî gotiye tevgera wî dê bersiveke berfireh der barê înîsyatîfa Misrê ya girêdayî lihevhatina hundirîn de bide û pişatrast kir ku Tevgera El-Fetih bi Tevgera Hemas re nacive û ti danûstandinan bi wê re nake lê belê dê tenê danûstandina aliyê Misrê bike û wiha gotiye: "Em ji zêdebûna hejmara civînan tengezar bûne, me ji rayedarên Misrê re got ku niha em naxwazin bi Hemas re bicivin û em tenê pêkanîna tişta ku hatiye îmzekirin dixwazin.

Piştî çalakiyeke kêrlêdanê li niştecihgeha Adem, cezakirina komî

Rojnameya El-Quds nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Dijberî li rojavayê Filistînê dijwar dibe û dagirkerî derbasî El-Eqsa dibe û destdirêjiyê li nimêjkeran dike. Liberman biryara avakirina 400 avahiyên niştecihbûnê dide." Rojnameyê diyar kir ku yekemîn biryara cezakirina komî piştî çalakiya ciwanekî Filistînê ya kêrlêdanê li niştecihgeha Adem ku di encamê de niştecîkarekî îsraîlî hate kuştin û du kesên din jî birîndar bûn û çalakvan jî şehîd bû. Wezîrê artêşa Îsraîlê Avîgdor Liberman biryar da ku dê 400 avahiyên niştecihbûnê li heman niştecihgehê ava bike. Hêzên dagirkeriyê dorpêça gundê Kober cihê jidayikbûna çalakvan berdewam dike. Artêşa Îsraîlê her wiha êrîşî Mizgefta pîroz a El-Eqsa kir û destdirêjî li nimêjkeran kir.

Gefên Amerîkayê ji Tirkiyeyê re

Rojnameya El-Ereb der barê mijarê de sernavê "Washington ji bo sînorkirina Erdogan deriyên cezayan vedike, ev jî dibe sedema nakokiyan." Rojnameyê di nivîsa xwe de da zanîn ku siyaseta derve ya nakok a serokkomarê Tirkiyeyê Receb Tayyîp Erdogan barên nû avêtin ser milê welatiyan û wiha dom kir: "Vê carê Amerîka da xuyakirin ku heger Andrew Brunson serbest neyê berdan, dê cezayên mezin li ser Enqereyê ferz bike. Ev nîşaneyek rast a xirabûna têkiliya di navbera her du welatan de ye. Serokê Amerîkayê di vê der barê de roja pêncşemê got ku welatî wî ji ber girtina Andrew Brunson dê cezayên mezin li ser Tirkiyeyê ferz bikin."