ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-07-2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-07-2018
29 tîrmeh, 2018   04:00

- Qonaxa duyemîn a Pêngava Bagera Cizîrê ya ku QSD‘ê bi armanca rizgarkirina gundewarên Dêrazorê ji çeteyê DAIŞ'ê  daye destpêkirin wê were şopandin.

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê wê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê wê werin şopandin.

-Di van demên dawî de mijara veguhestina endamên rêxistina "Kumên Spî" ji başûrê Sûriyeyê ber bi Urdunê ve di riya Îsraîlê re cihê xwe di manşêtên rojname û dezgehên çapemeniyê yên cîhanê de girt. 422 endamên "Kumên Spî" li rex malbatên xwe derbas Îsraîlê hatin kirin û ji wir derbasî Urdunê bûn. Di nava helwestên parastinê û sîxûrtiyê de, gelo çarçoveya çîrokê çi ye û rêxistina Kumên Spî çi ye? (BI WÊNE )

- Şêniyên Efrînê li kampa Berxwedan a li kantona Şehbayê di nava şert û mecên jiyanî yên zehmet xwe bi rêxistin kirin û bi hêviya vegera li warê xwe ne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Kobanê cangoriyên meha tîrmehê bi vêxistina mûman bi bîr tînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Derbarê nakokiyên civakî û rêbazên çareserkirinê, têgihiştina pirsgirêkê beriya ku derkeve û rewşa dirûmî semînrek ji aliyê perwerdekarê beşê pêşxistina mirovan û şêwira malbatî Bengîn Abdullah ve li Buroya Şehîd Rodîn û Perwîn tê dayîn. Saet 17:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

- Li bajarê Cerablusê yê bakûrê Sûriyê ku ji aliyê artêşa tirk ve hatiye dagirkirin nexşeya împratoriya Osmanî hate dîtin. Gelo sedema vê yekê çi ye, li gel ku dewleta Tirk hewldana zindîkirina xewa Osmanî red dike?. (BI WÊNE).

CÎHAN

- Rojnameyên Erebî di hefteya derbasbûyî de, behsa serdana şandeya MSD‘ê ya Şamê, êrîşên xwekujî yên li dijî bajarê Siwêda ya Sûriyeyê kirin, her wiha bal kişandin ser xwepêşandanên li Iraqê û bandora wan li ser Ebadî û hewldanên Griffith a jinûve destpêkirina danûstandinên aştiyê li Yemenê. (BI WÊNE).

CIVAK Û JIYAN

- Komîteya Têkiliyên Dîplomasî ya Herêma Şehbayê bi mebesta êlên Kurd û Ereb bêne rêxistinkirin komîteyan ava dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên bajarê Reqayê pêdiviyên xwe ji sûkên gelêrî dikirin. Sûka El-Qiwetlî yek ji sûkên kevnar e ku bi destpêka avakirina bajarê Reqayê re av bû û şahidiya dîroka Reqa ya nûjen dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêwazên derxisitina avê yên kevn heta niha li gundên başûrê navçeya Til Hemîsê li Bakurê Sûriyayayê tên bi kar anîn. Av bi rêya satil(dewlik) bi awayekî komînal tê derxistin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Rêxistina Kongreya Star a Katona Girê Spî bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşekê li dar dixe.  Meşê ji çerxeriya şaredariyê ber bi çerxeriya Qefes destpê dike. Saet 17:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER 

- Ardilan Îbrahîm ji şêniyên navçeya Bilbilê ya kantona Efrînê ye, ji zarokatiya xwe ve ji şêwekariyê hez dike û li welatên xerîbiyê zehmetî kişandin. Her dawî li warê xwe Rojava vedigere û beşdarî Berxwedana Serdemê dibe, niha jî amadekariyên vekirina pêşengehekê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-"Malbata Berzanî kurd in divê parastina xaka Kurdistanê bikin ne li dijî me bisekinin", bi van gotinan ciwanên Şêxmeqûsd helwesta Partiya Demokratîk a Kurdistanê û êrîşên dagirkera Tirk li Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û tekez kirin ku eger bê xwestin ew amade ne biçin Qendîlê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA