Çeteyên DAIŞ`ê wêneyên 14 jinên revandî belav kirin

Çalakvanan li ser toreyên tevna civakî diyar kir ku çeteyên DAIŞ`ê wêneyên 14 jinan belav kirin ku roja Çarşemê Ii parêzgeha Siweydayê ji malên xwe yên li gundê El-Şebkî yê rojhilatê parêzgehê hatin revandin.

Çeteyên DAIŞ`ê wêneyên 14 jinên revandî belav kirin
28 tîrmeh, 2018   09:19

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rûsya El-Yûm (RT) çalakvanan li ser toreyên tevna civakî banga rizgarkirina lezgîn ji bo jinan kir ku ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hatine revandin.

Çeteyên DAIŞ`ê êrîşî gundewarên rojhilat û bakurê rojhilatê yên parêzgeha Siweydayê kir. Roja Çarşemê du teqîn li wê derê pêk anîn û di encama wê de zêdetirî 200 kesî jiyana xwe ji dest da û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Piştî van êrîşên dijwar hate gotin ku herî kêm 17 kes hatine revandin û piraniya wan jin û zarok in. Li gorî Reutersê navên 20 kesên hatine revandin, hatin zelalkirin.

(bx/ew)