‘Armanca Tirkiyeyê ji êrîşan dagirkirina Başûr e‘

Hevserokê Partiya Aştiyê ya Demokratîk Kurdistanê Telal Mihemed êrîşên dewleta tirk ên li ser başûrê Kurdistanê wek êrîşên li ser tevahî gelê kurd bi nav kir û li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê banga yekitiyê li hêzên kurdistanî kir.

‘Armanca Tirkiyeyê ji êrîşan dagirkirina Başûr e‘
28 tîrmeh, 2018   06:17

KELSÛMA ELÎ – MÛRADA KENDA / QAMIŞLO

Hevserokê Partiya Aştiyê ya Demokratîk Kurdistanê Telal Mihemed der barê êrîşên dawîn ên atêşa tirk a dagirker ên li ser başûrê Kurdistanê de ji ajansa me re axivî.

Telal Mihemed diyar kir ku dewleta tirk ji tirsa ku gelê kurd azadiya xwe bi dest bixe û fikra demokrasiyê lê belav bibe, êrîşan dike û wiha domand: "Dewleta tirk ji fikra demokratîk ditirse, ditirse ku kurd azadiya xwe bi dest bixin. Ji ber vê yekê jî bi hinceta şerê PKK‘ê êrîşan dike, dixwaze azadiya gelê kurd li Başûr û Rojava asteng bike. Her wiha dixwaze Başûr bixe bin serweriya xwe, avakirina baregehên leşkerî li wir vê yekê îspat dike. Wekî din hewl dide hevgirtinan çêke da ku nehêle kurd bigihîjin mafên xwe yên rewa."

Telal Mihemed di axaftina xwe de, anî ziman ku êrîşên li ser Qendîlê êrîşêên li ser her çar parçeyên Kurdistanê û tevahî gelê kurd in û wiha pê de çû: "Tirkiye êrîşî PKK‘ê nake, lê êrîşî gundên sivîlan dike, ewlehiya herêmê hedef digire, her wiha dixwaze tevliheviyê di navbera gelê kurd de derxe."

Helwesta hikumeta PDK’ê

Mihemed bal kişand ser helwesta hikumeta PDK‘ê ya li hemberî êrîşên Tirkiyeyê û ev tişt anî ziman: "Li hemberî êrîşên dewleta tirk ên li ser başûrê Kurdistanê ji aliyê gelek hêzên kurd ve helwestên nerazîbûnê derketin, lê me ev yek li PDK‘ê nedît, PDK‘ê li hemberî van bê deng ma, ev helwest diyar dike ku ew di êrîşan de bi Tirkiyeyê re hevkar e."

Telal Mihemed, li hemberî êrîşên dagirkeriya Tirkiyeyê banga diyalogê û yekrêziyê li hêzên kurdî kir. Mihemed wiha got: "Tirkiye ne dijmina partiyekê yan terefekî ye, lê belê dijminê tevahî gelê kurd e."

Telal Mihemed her wiha bêdengiya civaka navdewletî ya li hemberî zêdegaviyên Tirkiyeyê şermezar kir û wiha domand: "Em bêdengiya raya giştî û rêxistinên mafên mirovan li hemberî êrîşên li ser sivîlên Kurdistanê şermezar dikin, heya niha ji aliyê wan ve me tu daxuyanî nedîtin. Hikumeta Iraq û ya herêma Kurdistanê jî divê helwesta xwe zelal bikin."

Hevserokê Partiya Aştiyê ya Demokratîk Kurdistanê Telal Mihemed, bal kişand ku li Tirkiyê aloziyeke siyasî heye û wiha bi dawî kir: "Aozî roj bi roj kûrtir dibe, girtîgeh bi sivîl, siyasetmedar û rojnamevanan tijî ne. Her wiha aborî jî her ku diçe xirabtir dibe."

Telel Mihemd anî ziman ku dewleta tirk bi êrîşên xwe yên li ser başûrê Kurdistanê hewl dide aloziya hundirîn derbasî derve bike û destnîşan kir ku Tirkiye li beramberî dagirkirina Efrînê gelek tenazulat dan Rûsyayê niha jî amade ye tenazulat bide da ku derbasî başûrê Kurdistanê bibe.

(bb/ew)

ANHA