Şaredariya Hilwayê bi hevkariya komînan xizmetê dike

Şaredariya Gel a bajarokê Hilwa bi derferên kêm rêyên di navbera navenda bajarok û gundan de sererast kirin, her wiha av gihand 4 gundan û xetên kanalîzasyonê gihandin 5 gundan.

Şaredariya Hilwayê bi hevkariya komînan xizmetê dike
Şaredariya Hilwayê bi hevkariya komînan xizmetê dike
28 tîrmeh, 2018   06:13

RÊNAS REMO – KADAR ÎBRAHÎM / QAMIŞLO

Şaredariya Gel a Hilwayê ya girêdayî navçeya Tirbespiyê ya Bakurê Sûriyeyê, piştî hilbijartinên federaliya demokratîk a Bakurê Sûriyeyê yên dawiya 2017‘an hate vekirin, dest bi kar kir û bi derfetên kêm gelek xebat dan meşandin.

Gava yekem ku ji aliyê şaredariyê ve hate avêtin, piştî damezirandina komîteyan sererastkirina rêya di navbera gundên Beyandor û Til Şeîr de yên dikevin bakurê rojavayê navçeyê bû. Şaredariyê bi dirêjahiya 320 metre û bi firehiya 6 metreyan rê sererast kir, her wiha xetên kanalîzasyonê yên gundên Hilwa, Hasûdê, Rota, Beyandor û Biwêrê paqij kirin û pirsgirêka avê li gundên Hilû, Zorava û Nesran çareser kir.

Li  gundên Hilwa Şêx, Nesran, Biwêra û Zorava ku zehmetiyên qutbûna avê dikişandin, xetên avê danîn û li 22 gundan jî dermanên li dijî mêş û mûran reşandin.

Ji ber ku budçeya ji bo şaredariyê hatiye veqetandin têrê nake, bi hevkariya komîn û meclisên navçeyê kar dimeşîne.

Hevseroka Şaredariya Hilwayê Munteha Xerbî Hacî diyar kir ku ew bi hemû hêza xwe dixebitin da ku xizmeta gel bikin û destnîşan kir ku şaredarî rojane gundan paqij dike.

Hevseroka şaredariyê da zanîn ku buroya jinan a şaredariyê li gundê Til Şeîr li parka Şehîd Cîhan şitilên daran çandin û jeneratorek ji bo parkê peyda kir. Her wiha alîkariyê dide Firneya Gelawêj a jinan li gund.

Hevseroka Şaredariya Gel a bajarokê Hilwa da xuyakirin ku dê pêngava paqijkirina bi hevkariya komînan bidin destpêkirin.

(bb/ew)

ANHA