Li Serêkaniyê du şehîdên YPG‘ê hatin oxirkirin û nasnameya Gerîlayeke YJA. Star hate ragihandin

Welatiyên herêma Serêkaniyê cenazeyê şervanên YPG`ê Mihemed Cemîl (Dilgeş Serêkaniyê) û Mihmed Xelef (Masîro) li goristana şehîdan a bajarê Serêkaniyê oxir kirin. Di merasîm de nasnameya Gerîlaya YJA-Starê Wehbiya Hisên Elî (Madora Serêkaniyê) hate ragihandin.

Li Serêkaniyê du şehîdên YPG‘ê hatin oxirkirin û nasnameya Gerîlayeke YJA. Star hate ragihandin
Li Serêkaniyê du şehîdên YPG‘ê hatin oxirkirin û nasnameya Gerîlayeke YJA. Star hate ragihandin
Li Serêkaniyê du şehîdên YPG‘ê hatin oxirkirin û nasnameya Gerîlayeke YJA. Star hate ragihandin
Li Serêkaniyê du şehîdên YPG‘ê hatin oxirkirin û nasnameya Gerîlayeke YJA. Star hate ragihandin
Li Serêkaniyê du şehîdên YPG‘ê hatin oxirkirin û nasnameya Gerîlayeke YJA. Star hate ragihandin
27 tîrmeh, 2018   17:08

HESEKÊ

Bi sedan welatiyên bajar û gundewarên Serêkaniyê cenazeyê şervanên YPG`ê Mihemed Cemîl (Dilgeş Serêkaniyê) û Mihmed Xelef (Masîro) ên ku şibata 2018 ‘an di Pengava Bagara Cizîrê de di şehîd bibûn, ji nexweşxaneya Roj a Serêkaniyê wergirt û bi karwanekî berê xwe da goristana şehîdan a Serêkaniyê.

Li goristanê merasîm bi bîranîna cangoriyên azadiyê hate destpêkirin.

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Serêkaniyê Beyar Emîn axaftinek kir. Beyar wiha axivî: “Em ji tevahiya gelê xwe re dibêjin ku em bi îradeya xwe ya polat û rihê fedekarî berxwedana me ya parastina destkeftiyên şehîdan didomînin. Em soz didin hemû şehîdên din ku em ê tola wan li erdê nehêlin û xeta wan bişopînin heta armancên wan bi cih bînin.``

Her wiha ji fermandarên YPG`ê Azad Welat jî soza şopandina rêya şehîdan û parastina destkeftiyên şoreşê da û got ji bo jiyaneke azad û bi rûmet berdêlên giran hatin dayîn, li ser vê yekê pêwîst e ev berdêl werin parastin û xwedî li nirxên şehîdan were derketin.

Piştî axaftin bi dawî bûn, wesîqeta şehadetê ya hate xwendin û radestî malbata wan hatin kirin.

Di merasîmê de nasnameya Gerîlaya YJA-Star wehbiyê Hisên Elî (Madora Serêkaniyê) a ku Adara 2018‘ de li Şirnexê gihişt asta şahadatê, hate ragihandin.

Di dawiya merasîmê de şervanên YPG‘ê cenazeyê hevalên  xwe bi dirûşmên ``Şehîd namirin`` spartin axê.

(sx)

ANHA