Encamnameya Duyemîn Konferansa Polîtîkeya PerwerdeyaTenduristîyê

Piştî nêrîn û pêşniyarên beşdaran Duyemîn Konferansa Polîtîkeya PerwerdeyaTenduristîyê bi encamnameyê bi dawî bû.

Encamnameya Duyemîn Konferansa Polîtîkeya PerwerdeyaTenduristîyê
27 tîrmeh, 2018   16:48

QAMIŞLO

Duyemîn Konferansa Polîtîkeya PerwerdeyaTenduristîyê di roja duyemîn de piştî pêşniyar û nêrîngirtinên beşdaran bi encamnameyek bi bi dawî bû.

Encamname ji aliyê endamê akademiyê Zindan Yekîtî ve hate xwedin.

Encamname wiha ye;

Akademiya Tenduristiyê ya Rojava, Duyemîn Konferansa Polîtîkeya PerwerdeyaTenduristîyê di 26-27 Tîrmeha 2018‘an de li navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a bajarokê Rimêlan a herêma Dêrikê bi dirûşma "Bi tenduristiya azad ber bi jiyana azad ve" li dar xist. Konferansa me di şexsê Ş. Savaş û Ş. Lêgerîn de di tekoşîna Rojava de ji hemû qehremanên gihiştine şehadetê hatin bi biranîn.

Roja 1. Piştî axaftina vekirinê ji bo şehîdên Kurdistanê sekna rûmetedayînê hate pêkanîn. Piştî xalên rojevê hatin xwendin, endamên dîwanê hatin diyarkirin. Delegeyê ji Ewrupa û Rojhilata Navaîn, her wiha Rojava û Bakurê Sûriyê ji hemû pêkhateyan beşdarî konferansê bûn.

Piştî xwendina helbestê ji aliyê Ferhadê Merdê. Ji bo navaroak nisîa persketîf hate xwendin.

Pişter jî bi navê Meclisa Rêveber a Kantona Cizîrê Abdulkerîm Sarûxan nirxandineke li ser perwrdeya tenduristî û girêdana wê bi xwedîderketina li nirxên Şoreşa Rojava kir. Her wiha peyamên pîrozbahiya konferansê yên gelek saziyan hatin xwendin.

Piştre jî ji saziya Îtalî  UPP Dr. Petro li ser navê 15 saziyên biyanî ku li Bakurê Sûriyê dixebitin konfernas silav kir û li ser tenduritiya civakî nirxandin kir.

Gelek saziyên Ewrupî ji bo konferansê hatibûn vexwendin. Li ser girîngiya tevlîbûna civakê ji bo tenduristiyê û perwerdeya ji dûrve pêk were nirxandin kirin û li gorî encam vê konfernsê wê tevbigerin. Nêrînên wan ji bo konferansê hatin kirin wê ji aliyê Komîteya Deplomîasî ve li ser were sekinadin. Piştî nirxandinên wan raporan çalakî û rapora maliyê ya salê ya Akandemiya Tendurisityê hate xwendin.

Piştî nirxandinên mêvana li ser raporan hatin guhdarkirin. Komîsyona Xwendekarên Akademiyê li ser "Desthilatdarî û Tenduristî" nirxandin kir.

Ji Ewrupa û Başûrê Kurdistanê mêvan bi riya Skype beşdarî konferansê bûn û nêrîn û pêşniyarên xwe gotin.

ROJA 2.  Bi perspektîfa  " tenduristiya xwezayi " û " di tenduristiyê de de polîtîkayên perwerdê" ji aliyê xwendekaran ve hatibûn amadekirin hate xwendin.

Piştî nêrînên beşdaran hatin girtin, ji bo pêş xebatên salekê (9) pêşniyar hatin qebûlkirin. Pêşniyaran ku hatin kirin bi piraniya dengan hatin erêkirin.

Bi axaftina dîwana konferansê ya spaskirinê konferas bi dawî bû

Biryarên ku di konferansê de hatin giritn ev in;

1- Ji bo avakirina tevgera jin di tenduristiyê de were pêşwazîkirin û ji bo çarçoveyê xebatê were diyarkirin bi tevlêbûna rêxistinên jin di nava 2019‘an de komcivîna xebatê tê pêşniyarkirin.

2-Di Akademiya Tenduristiyê de perwerdekarên karibin perwerde bidin ku dixwazin bighêjin asta akademisyên divê  bibe endamê Yekîtiya Akademîsyentiyenên Tenduristiyê.

3-Tê xwestin ku Şoreşa Rojava ya Gel e, li gorî avakirina jiyaneke azad û demokratîk modêla perwerdeya tenduristiyê di jiyanê de bixin piratîkê. Ev modêl naşibe modêla heyî ya modernîteya kapîtalîst. Ji bo li gorî modêla netewa demokratîk perwerde bê jiyankirin; akademisyenên ku perwerde bibin pêwîste dewreya Polîtka Tenduristiyî biqedîne.

4-Heta ku çêbibe bi tevahî mufredatên hem teorik û hem jî partîk bêne girtin ji bo xwendekaran bi taybet jiyanî ye. Di perwredeyê de ji bo ku encamên erênî bêne girtin; divîtaya perwerdê ji sedî 80. xwendekarên ji ber hin sedeman temam nekirine, dersên jê kêm mane divê ji nû ve temam bikin.

5-Li Rojava nêzî 7 salê şerketî pir dijwar tê meşandin. Di van şertan de hin bijîşkên me yên pisporî pêş bikeve şert û mercên têrê nake. Ji bo ku pêdiviyên pisgirêkên tenduristî yên civakê bêne çareserkirin pêdivî li ser xalan heye bê tesbîtkirin, komîteyek bê avakirin û ev komîte ji bo dema pêş ji bo armanca zimetkirina perspektîfa tenduristî ya perwerdê re bijîşk û karmendê tenduristiyê yên pisorî û amatorî komcivîna xebatê tê pêşniyarkirin.

6- Tenduristî exlaqî- polîtîk û gerdunî ye. Ji bo şopandina pêşketinên dunyaya me ya derve û ji bo ku zanista encamger li gorî başbûna civakî bûn kirin erka xebatê akademiyê ye. Bi vê armancê ji kesên ku mîsyonê bi cih bîne di nava rêveberiya akademiyê de avakirina komîteya deplomasî pêk were.

7-Ji bo hişmendiya civakê ji aliyê tenduristî pêş bikeve pêwîste ji aliyê Akademiya Tenduristiyê ve ji bo hemû beşên civakê, dibistan û akademiyan bernameyên perwerdeya tenduristî be amadekirin û bê şopandin.

8-Azadiya Rêber Apo û xebatên li ser parsatin û tenduristiya wê berdewam bike, ji bo xebata me encam bigire, pêşniyara me akademiya me bername deyne ber xwe.

9- ji bo hevkarî di navbera akademiya tendirustî u zaningeha Îtalya de çêbibe, cardin perwerdeyê bi rêya teknikê ve pêş bikeve di aliyê madî û manewî de di aliyê perwerdê de xebatê pêwist werin kirin. Ji bo erêkirina diplomaya akademiyê ji derve ji were qebûlkirin, akademisyenên İtalya re xebat werin meşandin.