Xwepêşandanên Iraqê berdewamin

Xwepêşandanên Iraqê yên li dijî nebûna xizmetguzarî, gendelî û bêkariyê berdewam dikin. Xwepêşandêran daxwaza pêkanîna hikûmeta nû jî dikin.

Xwepêşandanên Iraqê berdewamin
27 tîrmeh, 2018   17:45

NAVENDA NÛÇEYAN

Li Iraqê xwepêşandanên li dijî gendelî, nebûna xizmetguzarî û bê kariyê berdewam dikin. Îro danê êvarî li Bexda, Necef û Nasriye xwepêşandan destpê kirin. Di xwepêşandan de welatî daxwaza xizmetguzariyê dikin. Her wiha gel diyar dikin ku pêwîste ji demek ya din zûtir Hikûmeta nû ya Iraqê pêkwere.

Li gorî agahiyên hatine standin di xwepêşandanên îro de gel daxwaza azad kirina kesên ku di encama xwepêşandanan de hatin girtin jî dikin.

Di nimêja înê ya îro li Kerbela de hat diyarkirin ku ger hikûmet reforman pêkneyne, wê bersivên gel bihêztir bibin. Her wiha daxwaz ji serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî jî hat kirin da ku bi awayek lezgîn daxwazên xwepêşandêran bicih bîne.

Nêzî sê hefteye li başûr û navenda Iraqê xwepêşandan destpê kirine. Heya niha di xwepêşandanan de 12 sivîl hatine kuştin û nêzî 500 kes jî birîndar bûne. Nêzî 300 xepêşandêr jî hatine binçavkirin.

Welatiyên Iraqê ji sîstema desthilata niha bê hêvîbûne. Ev jî di dema hilbijartinên 12’ê Gulanê yên parlamentoya Iraqê de ku tenê ji sedê 44’ê welatiyan dengên xwe dan.