Teslîmî xemgîniyê nebû û wesiyeta bavê xwe pêk anî

Pêla di êrîşa hovane ya 27‘ê Tîrmeha 2016‘an a bajarê Qamişlo de birîndar dibe û 8 ferdên malbata xwe winda dike. Pêla ji şîn û xemgîniyê re teslîm nabe, zarokên birayê xwe xwedî dike û wesiyeta bavê xwe bi cih tîne.

27 tîrmeh, 2018   07:01

MÛRADA KENDA- EHMED SEMÎR/QAMIŞLO

Di 27’ê Tîrmeha 2016`an de  êrîşek bi kamyoneke bombebarkirî li ser rêya Amûdê li hemberî Asayîşa Xerbî pêk hat û di encamê de komkujiyek çêbû. Di encama komkujiyê de 62 kes şehîd bûn û zêdetirî 176 kes jî birîndar bûn.

Malbata Ebdukerîm Fato ya li bajarê Qamişlo ya herêma Cizîrê ya Bakurê Sûriyeyê dimîne, di teqînê de 8 ferdên malbatê winda dike.

Malbata Ebdulkerîm Fato, bi navê malbata Fato tê naskirin. Malbat ji 11 kesan pêk dihat û li taxa Xerbî di avahiyeke 3 qat de dima. Di teqîna hovane de ya 27‘ê Tîrmeha 2016‘an de ji vê malbatê 8 kesan jiyana xwe ji dest da; Ebdulkerîm Fato û hevjîna wî Dilfiraz Yildirim, keça wan Şirîn, hevjîna kurê wan Semîr Fato ku ducanî bû, Ebîr Hemîd Seyîd û du zarokên wê Ebdulkerîm Semîr (6) û Rîm Semîr (4), hevjîna kurê wan Nezîr Beyan Sarûxan (31) û kurê yê ser şîr Ebdulkerîm Nezîr. Nezîr û Semîr di dema teqînê de li ser karê xwe bûn, keça Ebdulkerîm Pêla jî bi giranî birîndar dibe, paşê rihet dibe.

Pêla piştî ku hevjînên birayê wê (Semîr û Nezîr) şehîd dibin, zarokên wan xwedî dike. Pêla li ser roja teqînê wiha dibêje: "Her ku ez di ber cihê teqînê re derbas dibim ew roj tê bîra min."

Roja teqînê

Pêla wiha roja teqînê bi bîr tîne: "Wekî her sibe, em li ser sufreya taştê bûn, piştî çend kêliyan dengê teqîneke mezin hat û mal bi ser me de hate xwarê. Min nefes distand, lê ez bi tiştekî nedihesiyam. Min çavê xwe vekir min xwe li nexweşxaneyê dît. Min xeyal dikir ku ew çeteyên teqîn pêk anîne, ne mirov in."

Pêla dibêje ku roja teqînê di bîra wê de ji bîra wê naçe, her ku di cihê wê re derbas dibe û diyar dike ku armanca wan çeteyan gel bide koçberkirin û wan bitirsîne û wiha tîne ziman, "Ez dev ji welatê xwe bernadim, bavê min di teqînê de şehîd bû, beriya şehîd bikeve digot ku jiyan li welat di bin çadirekê de ji qesrên derveyî welat baştir e. Ez jî dev ji welatê xwe bernadim."

Pêla spasiya kesên ku ew derman kirin û cihê teqînê ji nû ve ava kirin, kir.

Di teqînê de, kurxalê Pêla Pelşîn Xorşîd (21) ku xwendekarê zanîngehê bû û Kastor Xorşîd (32) ku bijîşkê hestiyan bû jî şehîd bûn.

(bb/ew)

ANHA