′Em hewl didin nerînên şaş ên bijîşkiyê ji holê rakin′

Xwendekarên Akademiya Tenduristiyê ya Rojava yên tev li Duyemîn Konferansa Navneteweyî ya Siyaseta Perwerdeya Tenduristiyê bûne, destnîşan kir ew hewl didin sîstema xwe ya tenduristiyê ji hemû cîhanê re bidin naskirin.

′Em hewl didin nerînên şaş ên bijîşkiyê ji holê rakin′
27 tîrmeh, 2018   07:28

SEYDO ÎBO – LÎNA CANGÎR / QAMIŞLO

Xwendekarên Akademiya Tenduristiyê ya Rojava yên tev li Duyemîn Konferansa Navneteweyî ya Siyaseta Perwerdeya Tenduristiyê bûn ku li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîkran a bajarokê Rimêlan a herêma Dêrikê tê lidarxistin ji ajansa me ANHA`yê re li ser girîngiya lidarxistina konferansê li ser asta navneteweyî axivîn.

Xwendekarê akademiyê yê bi navê Ciwan Mejdel got ku avakirina akademiyê ji wan re wekî xewnekê bû. Mejdel anî ziman ku ew duyemîn konferansa xwe li ser asta navneteweyî li dar dixin û diyar kir ku ev hemû bi saya zarokên Rojava yên ku ji bo pêşxistina şoreşê canê xwe feda kirin, pêk hat.

Mejdel destnîşan kir ku dê ji bo pêşxistina Akademiya Tenduristiyê ya Rojava her wiha ji bo avakirina sîstemeke tenduristiyê ya baş ji bo civakê û xizmeta mirovahiyê bixebitin.

Li ser girîngiya lidarxistina konferansê xwendekara bi navê Dîlber Hemdo diyar kir ku wan konferansa xwe li dar xist da ku li nerînên şêniyan guhdar bikin, pêwîstiyên wan di aliyê tenduristiyê de çi ne, gel bijîşkên çawa dixwaze, her wiha sîstema perwerdeyê di akademiyê de û sîstema perwerdeya tenduristiyê û pêwîst e çi lê were zêde kirin, dê di konferansê de werin nîqaşkirin.

Dîlber Hemdo got ku armanca wan rakirina naskirina şaş li gel bijîşkan di nava civakê de, her wiha avakirina civakeke baş û pênasekirina sîstema tenduristiyê ji hemû gelê Rojava re ye.

Ji aliyê xwe ve xwendekarê bi navê Eledîn Mistefa got ew bi hêvî ye sîstema tenduristiyê ya ku xwezayê ji xwe re esas digirin, li hemû cîhanê belav bibe da ku zîhniyeteke ekolojîk a demokratîk ava bikin û mafên jinan di karê bijîşkiyê de lê vegere.

Mistefa diyar kir ku mijareke wan a tenduristiye heye da ku ji hemû gelê cîhanê re pênase bikin.

Mistefa di dawiya axaftina xwe de got hemû gelên Rojhilata Navîn ji aliyê sîstemên desthilatdar ve rastî zilm û zorê hatin û karê bijîşkan kirine wekî bazirganiyê, ji ber vê yekê pêwîst e vê yekê rakin.

(bx/ew)

ANHA