Hilmijên 60 hezar donim zevî av didan, xira bûne

Hilmijên El-Reqa El-Simra û El-Himrat ên girêdayî Reqayê ji ber ku çeteyên DAIŞ'ê alavên wan dizîne, xirab bûne. Her wiha her du hilmij mezintirîn hilmijên Reqayê ne. Nêzî 60 hezar donim zevî av didin. Li ser wê cotkaran bang li aliyên têkildar kir ku her du hilmijan sererast bikin.

Hilmijên 60 hezar donim zevî av didan, xira bûne
Hilmijên 60 hezar donim zevî av didan, xira bûne
Hilmijên 60 hezar donim zevî av didan, xira bûne
Hilmijên 60 hezar donim zevî av didan, xira bûne
Hilmijên 60 hezar donim zevî av didan, xira bûne
Hilmijên 60 hezar donim zevî av didan, xira bûne
27 tîrmeh, 2018   06:48

EHMED ESSAF / REQA

Çeteyên DAIŞ'ê beriya ku ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk ji herêmê bên qewrandin, bi zanabûn binasaziya herêmê wêran kirin. Jê dizîkirina amûrên hilmijên avdanê.

Hilmija El-Reqa El-Simra dikeve rojhilatê gundewarên Reqayê li ser çemê Firatê. Ji mezintirîn hilmijên herêmê ne. zeviyên bajarokê El-Himêrat, El-Reqa El-Simra, gundê El-Ebdullah El-Xelîl û mezraya Bedir ava dide. Miqdara rûbara zeviyên ku li wan gund û bajarokên ku navên wan hatin rêzkirin, nêzî 60 hezar donim in û nêzî 70 hezar kes jê sûd digirin.

Der barê hilmijê de cotkarên bi navên Mihemed El-Casim û Mihemed El-Salim wiha got: "Hilmij ji bo hemû cotkarên gundewarên rojhilat deriyê rizqê ye û eger av tune be çandinî jî nabe. Di heman demê de cotkar ji bo avdanê ava bîran bi kar tînin lê ew ji ber zêdebûna rêjeya şoriyê tê de, ji avdanê re ne guncaw in û bandoreke neyînî li hilberînê dikin. Ji ber wê em bang li Meclisa Sivîl a Reqayê û rêxistinên ku li herêmê kar dikin, da ku pirsgirêkê çareser bikin".

Têkildarî mijarê serokê Komîteya Çandiniyê ya Meclisa Gel a rojavayê bajarokê El-Himêrat Îsa El-Kanif got: "Hilmij hatiye dizîn û bi hewcedariya çaksazkirinê ye. Me daxwaznameyek alîkariyê ji Meclîsa Sivîl a Reqayê pêşkêş kir, lê tu bersiv nehat. Hin rêxistin hilmij muayene kirin lê tiştek ji me re pêşkeş nekirin."

Hêjayî bibîrxistinê ye ku piraniya şêniyên gundewarên rojhilat, debara xwe ji çandiniyê û xwedîkirina sewlan pêk tînin. Herêmên Reqayê ji ber ku bi çandiniya sebze û hilberînên çandiniyê dewlemend e, weke pakêtek xwarinê ji bajarên Sûriyayê re tê hesbandin.

Şervanên QSD'ê bajarê Reqayê di 20'ê Cotmeha 2017'an ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kir û ji wê demê ve Meclisa Sivîl a Reqayê ji bo xizmeta şêniyan û jinûveavakirina herêmê dixebite.

(şx/ew)

ANHA