Konfransa Navnetewî ya Poltîka Perwedeya Tenduristiyê didome

Konfransa Navnetewî ya Poltîka Perwedeya Tenduristiyê ku ji aliyê Akamdeiya Tenduristiyê ya Rojava hatiye rêxistinkirin, bi axaftinên mêvanan û nûnerên şandeyên beşdar didome. Di konfiransê de her wiha pêşniyarên Kordînasyonê UPP yê navdewletî jî tê xwendin.

Konfransa Navnetewî ya Poltîka Perwedeya Tenduristiyê didome
Konfransa Navnetewî ya Poltîka Perwedeya Tenduristiyê didome
Konfransa Navnetewî ya Poltîka Perwedeya Tenduristiyê didome
Konfransa Navnetewî ya Poltîka Perwedeya Tenduristiyê didome
Konfransa Navnetewî ya Poltîka Perwedeya Tenduristiyê didome
26 tîrmeh, 2018   11:58

QAMIŞLO

Di despêka konfransa ku li navenda Çand û Hunerê ya Armam Tîgran a li bajaroka Rimêlan a herêma Dêrikê ya kanotna Qamişlo bi diruşmeya "Bi tenduristiya azad ber bi jiyana azad ve" dîwana konfranê hate hilbijartin. Paşê Endama Akademiya Tenduristiyê ya Rojava Sozan Hsedn perspektîfên Amademiya Tenduristiyê ya Rojava û rêziknameya wê xwendin.

Paşê Hevserokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Sarûxan axivî û got ku lidarxistina Konfransa li ser asta navdewletî li Rojava gavek mezin ku şêniyên herêmê bidest xistine û wiha dom kir: "Şêniyên herêmê isbat kirine ku ew dikarin pêşketinên di hemû aliyan de pêk bîn in û tevî hemû zehmetiyan gavên mezin avêtin."

Sarûxan, di berdewama axaftina xwe de jî bal kişand ser girîngiya tenduristiyê ya ji bo parastina herêmê ji êrîşan û wiha dom kir: "Tenduristî ji hemû nifşên pêş ve jî girînge. Lewma girtina siyaseta perwedeya tenduristî gavek erênî ya ber bi çareserkirinê de ye."

Sarûxan di berdewama axaftina xwe de jî xebatên akademiya tenduristiyê ya Rojava pesinan de û wiha dom kir: "Xebatên Akademiyê bandorek erênî li civakê kiriye. "

Sarûxan di nava axaftina xwe de jî got ku dewletên dijberiya şoreşa Rojava dikin ji bo derxistina tevlîheviyan gelek pîlan dikin û wiha dom kir: "Di serî de dewleta Tirk hewl dide ku rêxistina civaka Rojava ya li ser esasê Netewa Demokratîk û jiyana hevbeş a di navbera hemû pêkhateyan pêk tê, derbe bikin. Em ê wekî Rêveberiya Xweser bi hemû hêza xwe kar bikin ku xebatên perwedeya tenduristî li Rojava were pêşxistin."

Di berdewama Konfransê de Dr Sêrwan Sine ku wekî mêvan ji Rojhilatê Kurdistanê beşdarî konfransê bibû axivî û ev tişt anî ziman: "Sîstema sermyandar perwede û xebatên tenduristiyê li gorî siyasetên xwe birêxistin dike. Lewma divê em sîstemek perwedeyê ya saxlem li gorî rêgezên Netewa Demokratîk saz bikin."

Sine, di berdewama axaftina xwe de jî da zanîn ku ew amadeye alavên tenduristiyê yên pêşketî ji Ewropa û Rojhilatê Kurdistanê bîne rojava û konfrans wekî gavek girîng a li ser asta Bakuêr  Sûriyayê pênase kir.

Paşê beşdarên konfransê li pêşniyarên Kordînetorê UPP yê navdewletî  Pietro San Choi ên derbarê tenduristiyê de guhdar kirin. Pietro San Choi got ku ew bi navê rêxistinên tenduristiyê yên li Rojava û Bakurê Sûriyayê bi hevkariya Heyva Sor a Kurd kar dikin re diaxive û got ku 15 noqteyên rêxistina UPP li Rojava hene û alîkariyên tenduristiyê ji şêniyên Rojava û Bakurê Sûriyayê re pêşkêş dikin.

San Choi di axaftina xwe de her wiha bal kişand ser pêşxistina xebatên tenduristiyê li Rojava û ev tişt anî ziman: "Divê textor dilnizim bin, ji ber xebatên tenduristiyê bandorê li tavahî civakê dike.di heman demê de pêşketina aborî û poltîk xwedî girîngiyek mezin in û yek ser bandorê li pêşxistina tenduristiya civakî dikin. Divê rewşa ava vexwarinê û xwarinê jî baş werin şopandin. Divê di nava civakê de zanebûna tenduristî pêş bikeve."

San Choi her wiha da zanîn ku pêwîste her kes ji aliyê xwe ve xizmeta xebatên tenduristî û zanyariyên wê bike û wiha dom kir: "Li vir ez dixwazim behsa tiştekî girîng bikim. Divê herkes bizanin çawa rêveberiya tenduristiya xwe bikin. Divê zanista tenduristî di hemû aliyên wê de hebe, di heman demê de divê xizmetên tenduristî û rêbazên xweparastina ji nexweşiyan hebe. Ji ber ev ji çûyîna nexweşxaneyan baştire. Divê navendên mezin ên xizmeta şêniyên herêmê yên bê pere werin vekirin."

San Choi di dawiya axaftina xwe de jî rewşa nexweşxaneyan û koçberiya bijîşkan a ji Rojava bibîr xist û got ku li Rojava sîstema tenduristiyê ya li Çînê tê meşandin û ev tişt anî ziman: "Meclîsa Tenduristî ya Rojava sîstema tendristiyê ya li Çînê ku mezintirîn welatên cîhanê ye pêk tîne. Xebatkarên tenduristiyê 6 mehan li Akademiyê têne perwedekirin û li cihên pêwîst têne erkdarkirin."

Di konfransê de peyamên pîrozbahiyê yên saziyên sivîl û siyasî hatin xwendin.

Tê payîn ku di konfransê de hîn axaftin pêk kirin, bijîşkên Ewropî jî dê di riya skypê beşdarî konfransê bibin û nerîna xwe bînin ziman.

ANHA