KCD`ê ji bo wefata dengbêj Fadil Cizîrî peyama sersaxiyê da

KCD`ê sersaxî ji malbata Fadil Cizîrî re xwest û got:ʺ Dengbêj Fadil Cizîrî bi huner, berhemên xwe hiştiye ku çanda kurdan pêş bikeve.ʺ

KCD`ê ji bo wefata dengbêj Fadil Cizîrî peyama sersaxiyê da
26 tîrmeh, 2018   11:18

NAVENDA NÛÇEYAN

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) peyama sersaxiyê ji bo wefata  dengbêj Fadil Cizîrî da.

Peyama sersaxiyê wiha ye:

ʺMe bi xemginiyeke mezin agahiya wefata dengbêj Fadil Cizîrî girt. Rehma Xwedê yek nirxê gelê me Fadil Cizîrî be, di serî de serê malbatê, gelê me û hezkiriyên wî sax be.

Dengbêj Fadil Cizîrî bi huner, berhemên xwe hiştiye ku çanda kurdan pêş bikeve. Bi vî kedê jiyaneke têr û tijî derbas kir. Wefata Fadil Cizîrî ji bo me wendahiyeke mezin e. Bermehên wî afirandine ji bo têkoşîna me ya azadiyê watedar in û ew ê her tim bê jiyandin.ʺ