Du endamên hêzên  rêjîmê Sûriyê hatin kuştin

Du endamên hêza Rêjîmê bi teqîna bombeyekê li herêma El-Seraf a çiyayê Tirkman a bejahiya Laziqiyê hatin kuştin.

Du endamên hêzên  rêjîmê Sûriyê hatin kuştin
26 tîrmeh, 2018   11:26

NAVENDA NÛÇEYAN

Çevdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê raghand ku du endamên hêzên rêjîmê bi teqîna mayînekê  li herêma El-Seraf a li çiyayê Tirkaman a bejahiya  Lazqiyê  hatin kuştin.

Ji aliyekî din ve jî, hêzên rêjîmê hin noqteyên li çiyayê Tirkman û El-Ekrad ên li bakurê Lazqiyê  topbaran kir. Di encamê de du endam ji komên çekdar hatin kuştin û hin endamên din jî birîndar bûn.

(ekîb)