Li Şehbayê Duyemîn Konferansa Kongreya Star didome

Duyemîn Konferansa Kongreya Star a Efrînê bi dûrişmeya "Bi rihê Berxwedana Serdemê em ê şoreşa jinê bikin şoreşa civakî" bi xwendina raporên salan e û nirxandinê didome.

Li Şehbayê Duyemîn Konferansa Kongreya Star didome
Li Şehbayê Duyemîn Konferansa Kongreya Star didome
Li Şehbayê Duyemîn Konferansa Kongreya Star didome
Li Şehbayê Duyemîn Konferansa Kongreya Star didome
Li Şehbayê Duyemîn Konferansa Kongreya Star didome
26 tîrmeh, 2018   11:10

ŞEHBA

Piştî rêzgirtinê, yek ji Koordînasyona Kongrya Star Netewî Xemgîn axivî û bi xêr hatina beşdaran kir. Netewî Xemgîn destnîşan kir ku di kombûna jinan ji bo lidarxistina konferasnê di nava êrîşên li ser Efrînê û bi taybet êrîşên li ser jinan têne kirin cihê serferaziyê ye.

Netewî got jinê bi saya fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hebûna xwe di nava civakê de tekez kir.

Paşê Endama Koordînasyona Kongreya Star a Kobanê Sara Xelîl axivî û lidarxistina koferansê li hemû şehîdan azadiyê û jinên Efrînê yên berxwedêr pîroz kir. Sara destnîşan kir ku wek ku çawa Kobanê bi rihê şehîd Arîn Mîrkan hate rizgarkirin dê Efrînê jî bi saya şervanên ku di çeperan de li ber xwe didin were rizgarkirin.

Paşê rapora kar û xebatê salekê ji aliyê Endama Koordînasyona Şaredariya Efrînê Roşan Hisên hate xwendin.

Konferans bi nîqaşn didome.

(bx)

ANHA